Li Dersimê operasyon û bomberdûman

Piştî di saetên şevê de Geliyê Pîlemûriyê ji aliyê balafiran ve hate bomberdûman kirin û şûn de, artêşa Tirk li herêmê leşker bi cih kirin.

Li Geliyê Pîlemûriyeya Dersimê liv û tevgera helîkopteran destpê kir. Li herêmê bombebaran dewam dike. Bombebaran ku ji aliyê helîkopterên Kobra ve 2 saetan domand, pişt re bi helîkopterên Skorsky gelek leşker li herêmê hatin danîn.

Li gor çavkaniyên herêmî gelek leşker li Çiyayên Demanan, Çiyayên Heyderan, li bejahiya gundê Borê, li herêmên geliyên Elî Qol, Kesîsîz û Rojê yên Geliyê Pîlemûriyê hatine danîn û her wiha hat ragihandin ku, li herêmê liv û tevgera hewayî jî didome.

Li navenda bajêr li gel domandina liv û tevgera hewayî, di malpera TSK’yê di ( saet 15.49-16.32) de jî hate ragihandin ku, 2 balafirên şer ên ji Balafirgeha Erhaçê ya Meletiyê rabûne herêm bombebaran kirine.

Sewqiyata leşkeran a bi helîkopteran ber bi herêmê ve didome.