Li bajarê Kopenhagê 12 Gêrîllayên YRK’ê ku heftaya derbasbûyî li Selase, Bateman yê li Rojhilatê Kurdistanê bi destê rêjîma Îslamîya Îranê hatîbûn şehîd kirin, li Komela Kurdî yê Kopenhagen'ê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
ANF
KOPENHANG
şemî, 15 kewçêrê 2016, 17:17
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo 12 Gêrîllayên YRK ku heftaya derbasbûyî li Selase, Bateman yê li Rojhilatê Kurdistanê bi destê rêjîma Îslamîya Îranê hatîbûn şehîd kirin li Komela Kurdî yê Kopenhagenê merasîmekî ya bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgiritin ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hate destpêkirin.Di bîranîna ku ji alîya PJAK’a Danîmarkayê ve hate lidarxistin de, nûnerên YNK, Goran, PYD, Komela Zehmetkêşan, Hezbî Komunîst yê Başurê Kurdistanê û Hezbî Demokrat yê Kurdistanê û bi sedan kes amade bûn. Her wiha di bîranînê de daxuyaniyek jî hate xwedin.
Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” , “Bijî Serok Apo” , “Bimre Îxanet” bi dawî bû.