Ji bo şermezarkirina Eutelsatê li Kolnê kon tê vedan

Kurdistaniyên li eyaleta NRW a Elmanyayê dijîn, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo şermezarkirina Eutelsatê li Kolnê kon vedidin.

NAV-DEM'ê daxuyaniyek weşand û ji bo şermezarkirina sekinandina weşanên televîzyonên kurd Med Nûçe û Newroz TV, Kurd û demokrat dakevin kolanan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk a bi pêşengiya AKP'ê, ku hevkariya wê ya bi DAIŞ'ê re ji aliyê temamiya cîhanê ve tê zanîn, bi şîrketa Eutelsatê re bû yek û televîzyonên Med Nûçe û Newroz TV girtin. Ev yek, darbeya li azadiya raman û çapemeniyê ye. Ji aliyekî ve Eutelsatê televîzyonên Kurd ên li Ewropayê girt, li aliyê din dewleta AKP/Tirk 12 qenalên televîzyonê bi rengekî dîktatorî girt. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Divê Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Elmanyayê dijîn xwdî li azadiya çapemenî û ramanê derkevin, faşîzma AKP'ê û şîrketa hevkarê wê Eutelsatê protesto bikin. Li ser vê bingehê em bang li hemû welatparêz, şoreşger û demokratan dikin ku destekê bidin çalakiya me ya konê agahdarkirinê yê li Kolnê û xwedî li hemû qenalên televîzyonê yên hatine girtin derkevin."

Kon wê îro li ber avahiya Eutelsatê ya li bajarê Kolnê were vedan û heta 22'ê Cotmehê roja Şemiyê dewam bike. Çalakiya ku her wiha wê saet di 11'an de dest pê bike, li navnîşana: Universitatstrasse 71, 50931 Koln, tê lidarxistin.

Kurd, demokrat û nûnerên FEDA yên li Koln û derdora wê dijîn, wê roja Duşemê beşdarî çalakiyê bibin. Roja Sêşemê jî wê Kurdistanî û nûnerên PYD'ê yên li Bonn û derdora wê çalakiyê dewr bigirin.