Li Antalyayê operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Antalyayê, operasyon û binçavkirinên duh ên hemwext li ser gelek malan hate pêk anîn, bi çalakiyekî rûniştinê protesto kirin.
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Antalyayê, operasyon û binçavkirinên duh ên hemwext li ser gelek malan hate pêk anîn, bi çalakiyekî rûniştinê protesto kirin.
Rêxistina HDP’ê ya Antlayayê, operasyon û binçavkirinên duh ên hemwext li ser gelek malan, li Qada Attalosê bi çalakiyekî rûniştinê protesto kirin. Li gel pêkhateyên HDP’ê gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya ku hate lidarxistin de pankarta “Dawî li Rewşa Awarte û binçavkirinê bînin” vekirin û dirûşmên “Bijî yekîtiya şoreşgerî”, “Wê dewleta êşkencekar hesab dide” û “ Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin qîrkirin.
Di çalakiyê de Endama Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Leyla Noyan daxuyaniyek da û diyar kir ku AKP’ya ku Rewşa Awarte dike hincet li dijî HDP’ê û DBP’ê êrîşan li dar dixe. Noyan destnîşan kir ku tevî hemû êrîş û zextan wê têkoşîna xwe dewam bikin, wê ji bo maf û edaletê li qadan bin.