Li Samsûrê artêşa Tirk daristan dan ber agir
Hat ragihandin li Samsûrê piştî ku şerê duh leşkerên ku derketin operasyonê li bejahiya gundê Akçaliyê agir berdan daristanê.
Hat ragihandin li Samsûrê piştî ku şerê duh leşkerên ku derketin operasyonê li bejahiya gundê Akçaliyê agir berdan daristanê.
Li Navçeya Komirê ya Semsûrê duh di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de şer derkibû. Di şer de çawîşekî pispor birîndar bû. Pişti şer operasyona leşkerî hat destpêkirin. Leşkerên ku li der û dorê gundê Akçali yê Semsûrê derketin operasyonê herêma daristanê şewitandin.
Welatiyên gundên derdorê dîmenên şewatê kişandin û di dîmenan de tê dîtin ku mudaxaleya şewatê nakin.