Peyama sersaxiyê ya KNK'ê ji bo malbata Şamoyev

KNK'ê, ji ber wefata endamê xwe Mêrab Şamoyev sersaxî ji malbata Şamoyev, civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd re xwest.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Me bi xemginiyek mezin bihîst ku endamê me yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî ya Navneteweyî Mêrab Şamoyev çûye ser dilovaniya  xwe. 

Mirina Mêrab Şamoyev, ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e. Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, ji malbata Şemoyan, Civaka Êzîdî ya li Rusya û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."

Konseya Rêveber a KNK'ê da xukirin, ku siyasetmedar û dîplomatê Kurd Mêrab Şamoyev, di destpêka damezrandina Kongreya Neteweyî a Kurdistanê de cih girt û heta dawiyê wek endamê KNK'ê kar û xebat meşand. 

KNK'ê bibîr xist, ku Şamoyan endamê Parlamenta Kurd li Derveyî Welat (PKDW) bû, di nava delgesayona Yekîtîya Dewletên Serbixwe de cih girt û di sala 1994'an de, li Şamê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku piştî vegera Rusya jî, di Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Neteweyî de, kar û xebatên hêja û serketî  kir. 

Peyama Konseya Rêveber a KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Mêrab Şamoyev, wek endamekî KNK'ê, di Komîsyona Dîplomasî de, heta dawiya temenê xwe  kar û xebatên dîplomatîk, serketî û bi qedirşînasî domand. Mirina Dîplomat û siyasetmedarê qedirşînas Mêrab Şamoyev, ji bo KNK'ê, ji gelê Kurd windahiyek e. 

Mêrab Şemoyev, zêdetir ji 20 salan di saziyên neteweyî yên Kurdan de rêveberî kir, wek endamekî kar û xebat meşandin û bû mînak. Ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşiya, di têkoşîn û daxwaza gelê Kurd de tawîz neda, di kar û xebatên xwe de, xwest zincîra dagirkerî, statukoparêzî û dîlgirtinê bişikîne. Herî dawî serokatiya Yekîtiya Saziyên Kurd yên Navneteweyî dikir. Di van kar û xebatên demdirêj de, Mêrab Şamoyev, li Rûsya û li welatên endamên Yekîtiya Dewletên Serbixwe  karên dîplomasî  yên serketî meşandin.

Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, xemgîniya xwe tînine ziman, ji gorbihiştî re Ji Yezdanê Mezin, rehmetê, ji malbata Şamoyev, ji civaka Êzîdî ya li Rûsya û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."