BI DÎMEN

Li Stokholmê 12 gerîllayên YRK’ê hatin bîranîn

Bi pêşengtiya PJAK, 12 gerîllayên YRK ku bi awayek hovane û bi pilanên qirej ji hêla rejîma Îran û çeteyên li herêmê ve li devera Salas û Bawecanî ya girêayî Kirmaşanê hatin şehidxistin, li Stockholmê merasîmek hatin bîranîn.

Di merasîma ku li Mûlû Cafe AB, Axelsbergs Torg 3 Stockholm a bi sedan kes amade bûn de, bi deqeyek rêzgirtin ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane girtin. Her wiha di bîranînê de jî peyamên saziyên Kurd jî hatin xwendin.

Li ser navê tevgera Rojhilatê Kurdistanê û Endamê Desteya Rêveber a PJAK Şêrzad Kemanger axaftinek kir. Şerzad kemanger wiha got: “Ev cara yekem nîne ku tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê şehîd dide û wê cara dawî jî nebe. Bi salaye ku têkoşîn, êşkence, azar û berxwedanî tê meşandin. Ji wê zêdetir a ji bo me girîng û esas ewe ku; ew sînorên ku dagirkeran ji me Kurdan re diyar kirine, îro ew sînor bi destkeftiyên şervan û tekoşerên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têkçûne. Îro tekoşîna gelê Kurd li her çar hêlên cîhanê berdewame. Dagirkeran di nav her parçeyek Kurdistanê jî hin cih û bajarên taybet bi mebesta ji Kurdistanê veqetandine û li gorî dilê xwe wê birêvebibin, bajarê Kirmaşan jî yek ji wan cihane.”

LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ KONSEPTEKÎ ŞERÊ TINEKIRINÊ HEYE

Kemanger diyar kir ku xeta bi ser bikeve, wê her xeta tekoşîn berxwedaniyê be. Em di serdemek dîrokî re derbaz dibin, ji ber ku navenda hemu gorankarî û veguherînên girîng li ser axa me ango li mezopotamya ye. Divê em ji bîr nekin ku; li rex wan guhertin-veguhertinan, li her çar beşên Kurdistanê tevgera azadîxwaz a Kurdistanê bi konsept û pîlangeriyek qirêj hevrûye. Konsepteke wisaye ku dagirkerên welatê me dixwazin li her derê yek degn bin. Bi awakirina koalisyonek li himber tevayî hêzên Kurdan, li himber tevayî gelê Kurd û bi taybet jî li himber ew hêzên Kurd heya bi roja îro aniye û bi awakirina sîstema xwe re ji cîhanê re bûye mînak û bûye xwedî nasnameyek siyasî, xwe kirine yek. Lazime tevayî xebat û tekoşîna me ya tevayî rêxstin û tevgerên Kurd li ser bingehê pêşîlêgirtina ji van pîlan û komployên qirêj yên dijmin be.

Kemanger di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “ Li Rojava bi girtina Cerablos ketine nava hewildana ji yekgirtina kantonan re bibin asteng, serkeftin û destkeftiyên Rojava asteng bikin. Bi destûra hêzên navneteweyî û hinek hêzên navxweyî Tirkiye pêşengayetî ji bo girtina xeta Girê Spî dike. Li bakurê Kurdistanê jî bi her awayî êrîş û kampanyayên reşkirina Kurdan li ser Kurdan û li ser tevgerên Kurdan berdewamin. Êrîşên li ser gel, gerîlla, siyasetmedar û nirxên gelê Kurd û gelên herêmê ji her demê zêdetire. Li Rojhilatê Kurdsitanê jî bi heman rengiye. Ev koalisyoneke ku bi salaye li ser gelê Kurd birêve diçe.”

Endamê Desteya Rêveber a PJAK Şêrzad Kemanger Kemanger bi bîr xist ku girtina çapemeniyê jî beşek ji heman konseptî û pîlaniye. Ji ber ku êdî naxwazin dengê gelê Kurd û berxwedana Kurdan bê bihîstin û têkoşîna Kurdan li cîhanê belav nebe. Hewildanên çêkirina zemîna bi awayek eşkere li ser tevayî nirx û destkeftiyên Kurdan êrîş bikin.

Kemanger diyar kir ku ew îro ji bo şîn girêdan û qehra ji wan şehîdan kom nebûne, ew ê li ser rêya têkoşerên xwe bimeşin heta ku dilopa xwîna xwe ya dawî. Kemanger wiha got: “Em ê nehêlin ku bi şîn girtina me dijmin keyfxweş bike. Tol û heyfa wan şehîdan tenê bi azadkirina gel gihana bi azadiyê wê were hilanîn. Em li ku dibin bila bibin, em ê heta dawiyê rêya şehîdên xwe bin û xwedî li wan derdikevin.”

Kemanger di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku: her wekî ku şehadeta wan hevalan gel li dora xwe kom kir û hêz da me, her wisa amadebûna layen, sazî, partî, dezgeh û kesayetên amade jî ji me re bû hêzek mezin.

DIVÊ EM ÊDÎ SÎNORAN NAS NEKIN

Di berdewamiya merasîmê de endamê Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK Ehmed Karamûs jî axaftinek kir. Karamûs wiha axivî: “Ez li ser navê KNK û endamê KNK tevayî lehengên ku bi bêy tirs bi ser mirinê de çûn û xwe gihandin asta herî pîroz a şehadetê, bi rêz û hurmet bibîr tînim û ser saxiyê li tevayî malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê dixwazim.” Karmûs diyar kir ku cangriyên ku li nav refên PJAK’ê gihane asta şehadetê, ne tenê şehîdên Rojhilat û yê PJAK’in. Ew şehîdên her çar beşên Kurdistanê ne. Di dilê her Kurdekî de şehîdê malbatekiye û şehîdê netewekî ne. Karamûs destnîşan kir ku ew ê girî û şînê nekin, em ê reş girê nedin. Tiştên ku li ser axa welatê wan çêdibin û diqewimin, bi taybet bi şehadeta wan 12 hevalanên li Rojhilat careke din ji Kurdan re eşkere kir ku sînorên ku dijminan û dagirkeran li ser axa welatê kişandine, êdî têkçûne û di sînorên xebat û çalakiyên xwe de di serê her Kurdekî de parçe parçe bûye û rabûye.

Karamûs da xuyakirin ku her Kurdistanî û her çalakvanek siyasî divê bi vî têgehî ve rabe û tevbigere. Ji ber ku îro dijminên hevpar yên gelê Kurd ji xwe re siyaset û stratejî û bernameyek hevbeş li ser esasê tekbirina gelê Kurddiyar dikin. Çi rêxistinên Kurdan li kû dibin bila bibin, divê dest bidin destê hev. Ji bo ku bikaribin li dijî siyaseta înkar kirin û îmha kirina dijmin têbikoşin, divêm li ser bingehê stratejiyeke neteweyî, berxwedaneke hevbeş û îradeyek pola têkoşînê xurt û bilind bikin. Tenê bi vî avayî dikarin ji şehîdan re bibin bersiv. Herî dawî Karamûs anî ziman ku li ser wan bîr û baweriyan, ew weke KNK cangoriyên li her beşên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin, ew şehîd şehîdên tevayî Kurdistanê ne û ew di jiyan û tekoşîna me de wê bibin çirûskê berxwedanê û ronahiya pêşerojê.

Di berdewamiya merasîmê de gelek hunermend, kesayetên navdar û peyama sersaxiyê ya gelek sazî û dezgehên cuda cuda, bi taybet yên ji Rojhilatê Kurdistanê û her çar berşên Kurdistanê hatin xwendin û hin rêxistin û tevgeran jî bi nivîskî peyamên sersaxiyê şandin.

Navê rêxistinê ku peyamên wan hatin xwendin evin:

Peyama Navendê Civaka Demokratîk NCDK-Swêd

Platformî Yarsan

Rêxistina Demokratîk ya Yarsan

Komeley Zehmetkêşanî Kurdistan

Platformî Zagros

Peyama Saziya malbatên Şehîdan

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK

Nûnertiya Komîteya Partiya Goran li Swêd

Peyamî Şurae Demokratik Millete Îran

Peyama sersaxiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD

Peyama Tevgerî Azadî

Partiya Komunîst a Îran

Şoreye Himayet ez Mobarezate Azadîxahane Iran (komîteya pişgtîriya ji bo şoreşgerên azadîxwaza îran)

Encumeni Qelemi Îran