Operasyona Mûsilê dest pê kir
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ragihand, operasyona ji bo paqijkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê dest pê kiriye.
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ragihand, operasyona ji bo paqijkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê dest pê kiriye.
Ebadî li navenda fermandariya operasyonê daxuyaniyek da û ev daxuyaniya wî ji aliyê televîzyona Iraqê ve bi rengekî zindî hat weşandin. Ebadî diyar kir, tenê hêzên artêş û polîsan wê bikevin navenda Mûsilê.
Tê gotin, piştî vê daxuyaniyê bomberdûmaneke dijwar li dora Mûsilê hatiye kirin.