Swêdê salon neda tetîkkêşên AKP'ê yên li nava medyayê

Panêla bi navê '15’ê Tîrmehê-Pişt perdeya darbeya bi xwîn' ku Yekîtiya Demokratên Tirk (EUTD), rêxistina lobiyê ya AKP’ê ya Ewropayê li Stockholmê dixwest duh pêk bîne, ji ber ku saziyên Swêdî destûr nedan ku salonê bi kar bînin hate betalkirin.

Panêla ku duh bi mebesta girtina 150 saziyên çapemeniyê mafdar nîşan bide bihata lidarxistin, bû sedema berteka Kurdistanî û Tirkiyeyiyên Swêdê û her wiha polîtîkavan û rewşenbîrên Swêdî jî.

WÊ PANÊLA REWAKIRINA BINPÊKIRINA MAFAN PÊK BIANÎNA

Organa weşanê ya Federasyona Nûçegihanên Swêdê ‘’Journalîsten’’ ragihand ku rêxistina lobiyê ya AKP’ê EUTD li Stockholmê panêlekê pêk tîne û tetîkkêşê medyaya AKP’ê Cem Kuçuk ku weke ‘’nêçîrvanê rojnameyan’ jî tê navandin weke qiseker beşdar dibe.

Ji ber berteka rêxistinên saziyên civakî û nûçegihanan, polîtîkavanê li Stockholmê ji dibistanan berpirsyar e, Bo Andersson neçar ma ku bibêje ew kirêkirina salonê bi paş ve standine.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû li ser hesabê xwe yê twîtterê got, "Nakokiyeke, ku Swêd a di mijara demokrasî û azadiya çapemeniyê de dersê dide her kesî konferansa li ser 15’ê Tîrmehê betal bike."

Beriya kirina panêlê bi rojekê îptalbûna panêlê EUTD û nûçegihanên AKP’ê ku weke panêlvan wê tevlî bibûna şok kir. Midûriyeta Giştî ya Enfermasyona û Çapemenî-Weşanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir îptalkirina panêlê li dijî xala 10. a Peymana Mafê Mirovan a  Ewropayê ye.

BI DEREWAN GOTIN SWÊD BIRYARA XWE PAŞ VE STANDIYE

Rayedarên Tirk û nûnerên EUTD’ê ji bo ku panêl dîsa were kirin hewl dan lê ji van hewldanan ti encam dernekete. Hikûmeta Tirk û medyaya wê ku dîtin wê nikaribin biryarê paş ve bidin standin dest bi dereweke din kirin.

Çapemeniya AKP’ê bi derewa ku Mevlût Çavûşoglû bi telefonê bi hevtayê xwe re axiviye û biryar paş ve hatiye standin, belav kir.

'NÊÇÎRVANÊ NÛÇEGIHANAN' CEM KUÇUK

Medyaya Swêdê cihekî berfireh ji betalkirina panêlê re veqetand û bi taybetî jî ji Cem Kuçuk re ku wê tevlî panêlê bibûya. Di rojnameyan de Cem Kuçuk weke 'nêçîrvanê nûçegihanan' hate şîrovekirin ku hemû nûçegihanên muxalîf hedef nîşan dide.