Dîktator Erdogan û hevkarê wî Eutelsat li Kolnê hatin şermezarkirin
Kurdistanî li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan û girtina qenalên radyo û televîzyonê ku Med Nûçe, ÎMC TV, TV 10 û Zarok TV jî di nav de ne, şermezar kirin.
Kurdistanî li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan û girtina qenalên radyo û televîzyonê ku Med Nûçe, ÎMC TV, TV 10 û Zarok TV jî di nav de ne, şermezar kirin.
Çalakî, ku ji aliyê rêxistinan sîwanî ya Kurdê li Elmanyayê NAV-DEM û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat destekkirin, li Ebertplatzê dest pê kir û bi mîtînga li qada Medîaparkê dewam kir. Kurdistanî û dostên wan ji bajarên Koln, Dusseldorf, Bonn û derdora wê tevlî çalakiyê bûn.
Li qada çalakiyê axaftin hatin kirin, belavok hatin xwendin û êrîşên li ser medya Kurd û demokratîk hatin şermezarkirin. Çalakgeran ji raya giştî ya navneteweyî xwest, zextê li dîktatoriya Erdogan bikin û pêşî li desteka Yekîtiya Ewropayê ya ji bo vê dîktatoriyê bigirin.
Hevserokê KCD-E Yuksel Koç, nûnerên televîzyonan, Seroka berê ya Egîtîm-Senê Sakîne Esenyilmaz, ji FEDA'yê Ozgur Oz, ji Rêxistina Jinê Cenî Ayten Kaplan û Seroka AGÎF'ê Şafak Denîz li çalakiyê axivîn.
JI BO TÊKILIYÊN XWE YÊN TARÎ VEŞÊRIN, DI DESTPÊKÊ DE ÊRÎŞÎ MEDYAYÊ DIKIN
Sakîne Esenyilmaz da xuyakirin, ku ji ber mûxalefet bi erka xwe ranabe, radyo û televîzyon hatine girtin û got, "Dibe ku televîzyoneke me, radyoyeke, rojnameyeke me bigirin. Lê belê hêza me heye ku em li şûna wan ên nû ava bikin. Ji bo vê jî divê em bi hev re bixebitin Lewma em li ser piyan e. Bi yekîtiya hêza xwe, em dikarin vê desthilatdariya faşîst hilweşînin."
BIRYARA EUTELSATÊ SIYASÎ YE
Hevserokê KCD-E Yuksel Koç jî diyar kir, hewl tê dayîn dengê Kurdan, Elewiyan û hemû bindestan were birîn û got, "Her tim ji çapemeniya azad a Kurd tirsiyan. Kurdan her tim li ber xwe dan wê her li ber xwe bidin."
Yuksel her wiha ragihand, wan li dijî biryara Eutelsatê li gelemperiya cîhanê dest bi çalakiya şandina faksê kirine û anî ziman, li çar welatên nûnertiya Eutelsatê lê hene, wê ji Sêşemê heta roja Şemiyê kon werin vedan.
'HÊZA ME PIŞTGIRIYA GELÊ ME YE'
Ji TV 10 Suleyman Ateş jî girtina TV'yanl i Tirkiyeyê û bi hevkariya Eutelsatê re girtina TV'yên Kurdan, şiband Elmanya Serdema Hîtler. Ateş da xuyakirin, ku li pişt wan kartelên dewlemend nînin, hêza wan xwe dispêre piştgiriya gel û got, kes nikare li ber vê berxwedanê bisekine.