Li Creîlê merasîma bîranînê

Li bajarê Creîl ê Fransayê, ji bo Ayşe Kaçar û Derya Karahan ên li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Berxwedêrên xwerêveberiyê Ayşe Kaçar (Zenyan Amad) û Derya Karahan (Axîn Dîcle) ên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Creîlê hatin bîranîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Hayrî Ûlûdag li merasîmê axivî û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna şehîdan bidomînin.

Xizmên cangoriyên xwerêveberiyê jî gotin, "Ew rûmeta gelê Kurd in. Ji bo têkoşîna azadiyê şehîd bûn. Em ê her tim dilsozê armanc û bîranînên wan bin. Em ê têkoşîna wan bidomînin."

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

...