KESK’ê qedexeya mîtîngê şermezar kir: Serkeftin wê ya kedkaran be!
KESK’ê qedexeya mîtînga Enqerê li Stenbolê şermezar kir. Di çalakiyê de nerazîbûn li dijî kirinê darbeyê yên AKP’ê hate nîşandan û hate xwestin Rewşa Awarte were rakirin, kedkarên ku ji kar hatin kirin biçin ser karê xwe.
ANF
STENBOL
şemî, 15 kewçêrê 2016, 15:45
Platforma Şaxên Stenbolê yên KESK’ê bi şîyara ‘’Em li kar û siberoja xwe xwedî derdikevin’, qedexeya mîtînga ku dixwestin li Enqerê pêk bînin şermezar kirin.
Li ser navê Platformê Serokê 1. Şaxê yekê ya Egîtîm Sen’ê Huseyîn Ozev daxuyanî da.
‘103 HEZAR KEDKARÊN CAMWERIYÊ JI KAR HATIN KIRIN’
Ozev di daxuyaniyê de got, 103 hezar kedkarên cameweriyê bê pirs sûcdar hatine ragihandin û ji kar û barê xwe hatine kirin. Ozev diyar kir ji ber sedema ku îmzeya xwe li daxwaza aştiyê xistine birîna têkiliyên akademîsyenan ên ji zanîngehên wan nîşan dide desthilatdarî li dijî polîtîkayên şer û zextê bi ti awayî nerazîbûna demokratîk naxwaze.
DAXWAZ
Ozev bi daxuyaniyê diyar kir dest li ser heqên destûrî yên kedkaran hatiye danîn û xwest ku kedkarên cameweriyê li kar û barê xwe vegerin, êrîşên bi ser heqên sendîkayî û azadiyê bi dawî biin, Rewşa Awarte were rakirin û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de paş ve werin standin.