BI DÎMEN

Li Parîsê ji bo Med Nûçe û Newroz Tv çalakiya şermezakirinê

Li ser daxwaza Tirkiyê girtina televizoyên Kurd ên ji hêla Eutelsatê ve li Parîsê hate şermezarkirin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê ji bo şermezakirina girtina Med Nûçe û Newroz TV çalakiyek pêk anî.

Eutelsatê 3’yê Cotmehê weşana Med Nûçe û 11’ê Cotmehê jî weşana Newtoz TV ya li ser Hot Bîrdê bi daxwaza RTUK’ê dabû rawestandin.

Nêzî 140 kes tevlî meşa li stesyona metroyê ya Lournelê bû. Di meşê de ku zarok û jinan dovîz hildabûn meclîsa Parîsê ya TEV-ÇAND’ê, ACTÎT, ADKH û Komeleya Pîr Sultan Abdal jî amade bûn.

Çalakvan bi pankarta ‘’Eutelsat amûra sansûrê ya dewleta Tirk e’ meşiyan. Dirûşmeyên ‘kujer Erdogan hevkarê sûc Eutelsat’, ‘ji sansûrê re na’ hatin bezkirin û dowîzên ku hevkariya dewleta Tirk û Etulsatê şermezar dikin hatin hildigrtin.

Çalakger nêzî kîlometroyekê meşiyan, li stesyona Balard a li ber bînahiya Eutelsatê mîtîngek hate kirin. Li vir axaftvanan xwest ku Eutelsat biryara xwe ya sansûrê paş ve bikişîne.

Herwiha bang li partî û rêxistinên saziyên sivîl hate kirin ku polîtîkaya çewisandinê ya ku dewleta Tirk tîne Ewropayê şermezar bikin.

Ji duşemê û pê ve 3 rojan wê standa agahdarkirinê were dayin. Stand wê li nêzî bînahiya Eutelsatê wer danîn.

 

...