Li Parîsê di aktivîteya aşûreyê de ji bo Şirnexê banga piştgiriyê
Li Parîsê di aktivîteya aşûreyê ya hate lidarxistin de, ji bo gelê Şirnexê yên ku êrîşên qirkirinê li ser hatin kirin banga piştgiriyê hate dayîn.
Li Parîsê di aktivîteya aşûreyê ya hate lidarxistin de, ji bo gelê Şirnexê yên ku êrîşên qirkirinê li ser hatin kirin banga piştgiriyê hate dayîn.
Li Mala Gela Pazarcik Elbîstan a li paytext Parîs a Fransayê, bi boneya Roja Aşûre ya yek ji rojê herî girîng a meha Mûharemêye, aşûre hate belavkirin.
Maraşiyên ku beşdarî aktivîteyê bûn aşûre û luqûm belavkirinm û dûa kirin. Di axaftinan de ev tişt hatin gotin: “Şîna we ya Mûharemê, duh li Kerbela, Dersim, Gurgum, Sêwas û Geziyê bû. Îro jî li dijî êrîşên hov ên li dijî mirovatiyê li Şirnex, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê hemû Rojhilata Navîn ne. Baweriya me ya ku nîşanî me dayî, her demê li dijî zilmê li gel gelê mezlûm cih girtine, ya rast jî ev e.”
Di aktivîteyê de hate diyarkirin ku divê hemû gelê Mereşî yên ku li Eworpa dijîn divê ji bo gelê Şirnexê seferber bibin. Di aktivîteya ku bal kişand ser şert û mercên zivistanê yên li Şirnexê, bi rêya Heyva Sora Kurdistanê dikarin piştgiriyê bidin gelê Şirnexî.