BI DÎMEN

12 gerîlayên YRK'ê li Stockholmê hatin bîranîn

12 gerîlayên YRK'ê yên bi komployekê şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

12 gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ên li herêma Salas û Bewecanî ya Kirmaşanê ji ber komploya hêzên rejîma Îranê û çeteyan şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê bi civînekê hatin bîranîn. Civîn li Mulu Cafe AB bi tevlîbûna nûnerên gelek sazî û dezgehan û bi sedan kesî pêk hat.

'EM DI SERDEMEKE DÎROKÎ DE NE'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser navê Tevgera Rojhilatê Kurdistanê û endamê Desteya Rêveber a PJAK'ê Şerzad Kemanger axivî. Kemanger diyar kir, ev ne cara pêşî ye ku Tevgera Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê şehîdan dide û wê nebe cara dawî jî. Bi berdewamî bal kişande ser rewşa niha ya Kurdistanê, ev weke 'serdemeke dîrokî' nirxand û got: 

"Em di serdemek dîrokî re derbas dibin, ji ber ku navenda hemÛ gorankarî û veguherînên girîng li ser axa me ango li Mezopotamya ye. Lazim e em ji bîr nekin ku li rex wan guhertin-veguhertinan, li her çar aliyên Kurdistanê tevgera azadîxwaz a Kurdistanê bi konsept û pîlangeriyek qirêj re rû bi rû ye. Konsepteke wisa ye ku dagirkerên welatê me dixwazin li her derê yek deng bin. Bi avakirina koalisyonek li hember tevayî hêzên Kurdan, li hember tevayî gelê Kurd û bi taybet jî li hember ew hêzên Kurd heya bi roja îro aniye û bi avakirina sîstema xwe re ji cîhanê re bûye mînak û bûye xwedî nasnameyek siyasî, xwe kirine yek. Lazim e tevayî xebat û tekoşîna me ya tevayî rêxstin û tevgerên Kurd li ser bingehê pêşîgirtina şi van pîlan û komployên qirêj yên dijmin be."

PLANÊN DEWLETA TIRK

Kemanger bal kişande ser polîtîkayên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de, Bakur û wiha got: "Li Rojava bi dagirkirina Cerablûsê re ketine nava hewldana pêşîgirtina li yekbûna kantonan û astengkirina serketin û destketiyên Rojavayê Kurdistanê. Bi îzna hêzên navneteweyî û hin hêzên navxweyî Tirkiye pêşengayetî ji bo girtina xeta Girê Spî dike. Li bakurê Kurdistanê jî bi her awayî êrîş û kampanyayên reşkirina kurdan li ser Kurdan û li ser tevgerên Kurdan berdewamin. Êrîşên li ser gel, gerîla, siyasetmedar û nirxên gelê Kurd û gelên herêmê ji her demê zêdetir e. Li rojhilatê Kurdistanê jî bi heman rengî ye. Ev koalîsyonek e ku bi sala ye li ser gelê Kurd birêve diçe."

Kemanger di axaftina xwe de li ser îxaneta li nava Kurdan got, "Rast e ku li nava gelê Kurd xiyanet û xeta xiyanetê heye. Lê belê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê ji hev cûda bûn û ji hev  biriya hêzên Kurdî yên li Rojhilatê Kurdistane bûye sedem ku dijmin kêfxweş be. Tiştê sereke ku bû sedema şehadeta van 12 hevalan jî tenê ev yek bû. Ev şehîdên ku bi xwîna xwe gelê Kurd bi her bîr û bawerî li dora xwe kom kirine, her heman şehîdin ku dikarin tevayî partî û rêxistinên kurdan li dora wan kom bibin û rizgariya gel û neteweya xwe misoger bikin."

Kemanber ber dawiya axaftina xwe got, her wekî şehîdbûna hevalên wan gel li dora xwe kom kiriye, hêz daye wan û kombûna sazî, partî, rêxistin, û kesayetan ji bo wan hêzeke mezin e.

Endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ehmed Karamûs jî axivî û got, "Di bîranîn û sersaxiyên şehîdan de ew ê girî nekin, şînê negirin û reş girê nedin. Li şûna vê şehîd wê ji bo wan bibin hîsên têkoşînê û berxwedanê li dijî dijmin bi îradeyeke xurt û kesayatiyek pola."

Di berdewamiya merasîmê de gelek hunermend, kesayetên navdar û peyamên sersaxiyê yên gelek sazî û dezgehên bi taybet yên ji rojhilatê Kurdistanê û her çar beşên Kurdistanê hatin xwendin û hin rêxistin û tevgeran jî bi nivîskî peyama xwe ya sersaxiyê şandin."