Li gel komujî û hewldanên valakirina Şirnexê ya bi destê AKP û çeteyên Qesrê, gel berxwedana xwe didomîne. Berxwedana gelê Şirnexê ya ku ev bi mehan e qedexeya derketina derve lê didome, berdewam dike.
Stêrk Tv bi mebesta desteka li gelê Şirnexê îşev bi saeta Ewropayê 19.00-23.00’an weşana taybet a ’’Kampanyaya Xûşk û Bira çêdike. Armanca weşana taybet ku Wekîlê Şirnexê Faysal Sariyildiz û nûnerên saziyên Kurd wê tevlê bibin dîtina malbatên dildar e ku ji gelê Şirnexê re bibin destek.
STÊRK TV: DIVÊ HER KES PIŞTEVANIYÊ BIKE
Desteya Weşanê ya Stêrtk TV di daxuniya xwe de got, armanca wan ew e ku bi gelê Şirnexê re ku li dijî hemû komkujî û zordariyên dewletê li ber xwe dayî piştevaniyê bikin û wiha pê de çû: ’’Em weke televziyonê beriya niha jî bi mebesta piştevaniya li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê me kampanyayên bi vî rengî çêkirin. Bi van kampanyayan re ji Japon bigirin heta bi Ewûstûryayê, Rûsyayê û Emrîkayê ji gelek dewletên dinyayê mirovên me tevlî vê kampanyayê bûn û ji gel re bûne piştevan. Niha jî em kampanyayeke wiha bi rê ve dibin. Banga me li gelê me ew e ku li dijî komkujiyên dewletê bi gelê Şirnexê re bibin yek û pişta wan bigirin.’’
Agahiyên kesên ku tevlî ’’Kampanyaya Malbata Deste Bira’’ ya Stêrk Tv bûn, di serî de Heyva Sor a Kurdistanê wê bidin hemû saziyên têkildar. Ev sazî wê bi wan kesan re ku tevlî kampanyayê bûne bikevine nav têkiliyekê û wan bi dest birayî malbatî re bigihînin hev.
Bi nimûreyên li jêr e mirov dikare tevlî weşana taybet a ’’Kampanyaya Malbata Deste Bira’’yê ya Stêrk Tv bibe:
0032.53667731
003253648827