Eutelsat li Marsîlyayê jî hate şermezarkirin

Şîrketa Fransayê Eutelsat, ku bi fermana dewleta Tirk qenalên Med Nûçe û Newroz TV girt, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate şermezarkirin.

Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê, bi vê armancê li meydana Vîeûx-Port a Marsîlyayê çalakiyeke protestoyî lidar xist.

Di çalakiyê de gelek jin û zarok amade bûn û çalakgeran li pişt pankarta bi nivîsa "Eutelsat amûra sanusrê ya dewleta Tirk e" dest bi meşê kirin.

Di dema çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan, hevkarê sûc Eutelsat" û "Na ji sansurê re" hatin qîrîn. Çalakgeran hevkariya Eutelsatê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.

...