ROJANE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê gerîlayê TÎKKO'yê Bûlût hat teşxîskirin
Cenazeyê gerîlayê TKP/ML-TÎKKO Alî Bûlût, ku li bejahiya Dersîmê di bomberdûmanê de tevî 5 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hat teşxîkirin. -
Ji Nûda ya biçûk alîkariya mezin ji bo gelê Şirnexê
Keça Kurd a heft salî Nûda Kahraman a li Melboûrne dijî, 1150 Dolar ê di rojbûna wê de jê re hate dayîn, ji gelê Şirnexê re şand. -
Li Frankfûrtê pîrozbahiya PKK’ê: Yên ku li ber xwe bidin wê bi ser bikevin
Li Frankfûrtê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Di bernameya pîrozkirinê de mesaj hatin dayîn, ku ji bo azadiya Ocalan û gel wê têkoşîn were geşkirin. -
12 parlamenterên PS'ê li ser rewşa Tirkiyeyê pirs ji Konseya Federal a Swîsreyê pirsîn
12 parlamenterên PS ên Swîsreyî, bêdengiya Konseya Federal a li pêşberî bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin rexne kir û jê xwest, helwesteke zelal li dijî dewleta Tirk nîşan bide. -
HRW nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser Şengalê da
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) nerazîbûn nîşanî rayedarên Başûrê Kurdistanê da, ku pêşî li îthala-îxracata li Şengalê digirin. -
Li Girtîgeha Gîresûnê gelek girtî hatin sirgûnkirin
Gelek girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê dihatin girtin, hatin sirgûnkirin. -
Li Essenê bîranîna şehîdan
Rêveberên PYD'ê Şîlan Kobanê (Meyda Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Elî) û Ciwan (Hecî Cûma Elî) ên li Mûsilê di 29'ê Mijdara 2004'an de di kemînekê de jiyana xwe ji dest dan, li Essenê hatin bîranîn. -
Li Swêdê pîrozbahiyên bi coş ên PKK'ê
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, 38. savlegera damezrandina PKK'ê tevî dostên xwe li bajarên Stockholm û Gavle pîroz kirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Elmanya û Îtalyayê hate pîrozkirin
38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Emmerîch, Salzgîtter û Berlînê yên Elmanyayê û li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hate pîrozkirin. -
Qeyûm li şûna qeyûmê Qelqeliyê hat erkdarkirin
Qeymeqamê Tirk Serdar Karal ê li navçeya Qelqelî ya Wanê weke qeyûm li şaredariyê hate erkdarkirin, weke Şêwirmendê Hiqûqê li Walîtiya Artvînê hat wezîfedarkirin. Li şûna wî jî Qeymeqamê Ûlûcayê Ferhat Vardar hat bicihkirin. -
Di kongreya SP a Swîsreyê de biryara têkoşînê li dijî polîtîkayên nehiqûqî yên li Tirkiyeyê
Di kongreya giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê de, ku şirîkê hikûmetê ye, polîtîkayên antî-demokratîk ên dewleta Tirk hatin rexnekirin û banga li dewleta Tirk hate kirin, ku bi rêzdarî nêzî mafên mirovan ên gerdûnî bibe. -
Li Sûrê teqîn: 2 zarok birîndar bûn
Li navçeya Sûr a Amedê dama ku 2 zarok bi alava ku li erdê dîtibûn, lîstin teqiya. Di teqînê de her 2 zarok birîndar bûn. -
Hevseroka HDP’ê yê Bajêr hate binçavkirin
Piştî Antalyayê hevseroka HDP’ê Songul Şarkli ji di nav de 3 jin hatin binçavkirin. -
Li şûna keyeyê taxê qeyûma hat wezîfedarkirin
Piştî girtina keyeyê Taxa Kûrûcan a girêdayî navçeya Saray a Wanê Îbrahîm Acar û şûn de, li şûn wî 4’emîn eza Hekîm Tekîn weke qeyûm hat wezîfedarkirin. -
Li Lînzê pîrozbahiya salvegera damezirandin PKK’ê
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê 38. salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin. -
Destûr nehat dayîn ku hevdîtin bi Yuksekdag û Yildirim re pêk were
Wekîla Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan û Parlamenter Mîthat Sancar, bi Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementer Abdullah Zeydan re kirin. Hevdîtina bi Fîgen Yuksekdag û Gulser Yildirim re hatin astengkirin. -
Pîrozbahiyên damezirandina PKK’ê berdewam dikin
38. Damezirandina salvegera PKK’ê li bajarê Montrealê yê Kanadayê û bajarê Toulousê yê Fransayê hat pîrozkirin. -
‘Bi yekitiya çalakiyê em dikarin bi ser bikevin’
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu got, “Her kêliya ku ji destê me diçe weke komkujiyê, çewisandinê li me vedigere û wê vegere jî. Em li gorî pêdiviya vê rewşa siyasî bi yekbûna çalakiyê û yekbûna rê dikarin heq jê derkevin.” -
Li Osloyê pîrozbahiya salvegera damezirandina PKK’ê
Li Osloyê salvegera PKK’ê ji hêla CDK-Oslo û ciwanên Ungkurd ve hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan Kurdistanî amade bûn, pîrozbahî bi coşdariyeke mezin pêk hat. -
Êrîşên qirkirinê li Lubeckê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lubeck ê Elmanyayê dijîn, êrîşên qirkirinê yên AKP’ê bi meşekê protesto kirin. -
Pîrozbahiyên damezirandina PKK’ê didomin
Li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyên 38. salvegera damezirandina PKK’ê didomin. Pîrozbahiya li Akademiya Ş. Mervan a Daqoqê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. -
Koç: Li dijî polîtîkayên antî Kurd ên Tirkiyeyê yekîtiya neteweyî divêtî ye
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç diyar kirk u dewleta Tirk polîtîkayên antî Kurd dimeşîne, ji ber vê jî dixwaze bikeve Şengal û Mûsilê, destnîşan kir ku li dijî vê ‘têkoşîna bi awayê yekîtiya neteweyî’ divêtî ye. -
AKP’ê astengdar ji mirinê re hiştin
Hikûmeta AKP’ê, bi guherîna qanûnên nimro 2022 û 2828’an ku mûçeyên astengdaran rêkûpêk dike, dahatûya bi deh hezarana welatiyên astengdar birî. Astengdaran gotin ku ji ber guherînên qanûnan bi awayekî fermî ji mirinê re hatine hiştin. -
Li Stûtgartê li dijî Rewşa Awarte mîtînga hevpar
Kurd û dostên wan li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Stûtgartê ji bo protestokirina faşîzma AKP/Qesrê mîtîngek hevpar li dar xistin. -
‘Divê em piştgiriya Şirnexê xurt bikin’
Endama Desteya Rêveber a KDG’ê Benazîr Coşkûn, bal kişand ku beşeke mezin a Şirnexê hatiye wêrankirin û bi awayekî giran hatiye talankirin û got: “Gazincên gelê Şirnexê ji me hemûyan heye, dive em bidin hîskirin ku gelê Şirnexê ne bi tenê ye.”