Pîrozbahiyên damezirandina PKK’ê berdewam dikin

38. Damezirandina salvegera PKK’ê li bajarê Montrealê yê Kanadayê û bajarê Toulousê yê Fransayê hat pîrozkirin.

MONTREAL

Pîrozbahiya li bajarê Montrealê yê Kanadayê, ji aliyê Meclisa Jinên Kurd û Komîsyona Ciwanan ya Meclîsa Gel ve hate organîzekirin. Pîrozbahî bi deqeyekî rêzgirtinê ve hat destpêkirin. Pişt re daxuyaniya Meclîsa Jinên Kurd hate xwendin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî bi dîmen tevlî pîrozbahiyê bû. Di pîrozbahiyê de Xozan Serhan Dostan, Xozan Serbest û Engîn Xelîkan derketin ser dikê û sitran gotin.

TOULOUSE

Li bajarê Toulousê yê Fransayê ji boneya 38. Salvegera damezirandina PKK’ê bi pîrozbahiyekê ve hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Salona 8 ya Halleyê bi rêzgirtinê ve hate destpêkirin. Di pîrozbahiyê de parlamenterê Wanê yê HDP’ê yên berê Kemal Aktaş, Endamên Partiya Komînîst ya Fransayê û Partiya Çep axivîn. Her wiha di pîrozbahiyê de Sînevîzyon hate temaşekirin û piştre jî bîrozbahî bi bernameya çandê ve bi dawî bû.