Ji Nûda ya biçûk alîkariya mezin ji bo gelê Şirnexê
Keça Kurd a heft salî Nûda Kahraman a li Melboûrne dijî, 1150 Dolar ê di rojbûna wê de jê re hate dayîn, ji gelê Şirnexê re şand.
Keça Kurd a heft salî Nûda Kahraman a li Melboûrne dijî, 1150 Dolar ê di rojbûna wê de jê re hate dayîn, ji gelê Şirnexê re şand.
Piştgiriya ji bo Kurdên bûne mexdûrê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, dewam dike. Ji 7 heta 70 salî Kurdistanî li gorî derfetên xwe xwedî li hev derdikevin.
Nûda Kahraman a li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê ji dayik bûye, bi wesîleya rojbûna xwe ya 7. duh pîrozbahiyek organîze kir. Nûda ya biçûk bi vê rêyê alîkarî da gelê Şirnexê.
Nûda, di Koroya Muzîkê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Vîctorîa de cih digire. Duh tevî hevalên xwe, rojbûna xwe pîroz kir. Nûda ya biçûk, li şûna diyariyan, ji hevalên xwe xwest pereyan bidin wê. Û bi vî rengî 1150 Dolar li şûna diyariyan da hev. Nûda ev pere ji gelê Şirnexê re şand, ku karibe di vê zivistanê de ji wan re bibe alîkar.
Nûda tevî hevalên xwe bang li her kesî kir, ku destekê bide gelê Kurd ê bûye hedefa êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk.