Li Stûtgartê li dijî Rewşa Awarte mîtînga hevpar
Kurd û dostên wan li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Stûtgartê ji bo protestokirina faşîzma AKP/Qesrê mîtîngek hevpar li dar xistin.
Kurd û dostên wan li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Stûtgartê ji bo protestokirina faşîzma AKP/Qesrê mîtîngek hevpar li dar xistin.
Di protestoyê de ku li pêşiya mala çandê ya bajêr û qesrê ya li Qada Schlossplatzê hat lidarxistin, bi sedan kes amade bûn, dirûşmeyên “Dîktator Erdogan, Qatil Erdogan!” hatin berzkirin.
Ji bilî pankarta mezin a HDK-Ewropayê ku ‘Ji Rewşa Asayî ya li Tirkiyeyê re Na’ dinivîsî, dowîz, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji lîderên şoreşger ên Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya hatin rakirin.
Di peyaman de binpêkirinên mafan, qetlîam, dûrxistina ji kar, girtin û tecrîd ên ku AKP/Qesr li dijî Kurd û Kurdistanê xistiye meriyetê hatin ziman.
Di daxuyaniya mîtîngê de jî wiha hat gotin; “Çeteyên AKP/Qesrê û dewleta Tirk a faşîst di êrîşan de ku li dijî gelê Kurd dike, sînorên heq, hiqûq û exlaqê nas nake. Bi taybet jî êrîşên tecrîd û îzolasyonê yên li dijî Rêber Apo zêde bûne. Dîsa bi girtina wekîlên me, bi qeyûman desteserkirina şaredariyan, bêdengkirina çapemenî û beşên mûxalîf, planên nû yên êrîşî li dijî Rojava û Başûr tên kirin. Bi hedefa beralîkirina Kurdan û destkeftiyên wan ên demokratîk, bêîradekirina Kurdan tevdigerin. Êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk, nirxên mirovahiyê bi temamî tine dihesibîne. Wek Kurd, demokrat û şoreşgerên li Ewropayê, heta ev êrîş bên pûçkirin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Di mîtîngê de gelek belavok hatin belavkirin, bangên zêdekirina destekên navneteweyî hatin kirin.