Li Swêdê pîrozbahiyên bi coş ên PKK'ê
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, 38. savlegera damezrandina PKK'ê tevî dostên xwe li bajarên Stockholm û Gavle pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, 38. savlegera damezrandina PKK'ê tevî dostên xwe li bajarên Stockholm û Gavle pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, 38. savlegera damezrandina PKK'ê tevî dostên xwe li bajarên Stockholm û Gavle pîroz kirin.
STOCKHOLM
Pîrozbahiya li paytext Stockholmê, êvara Şemiyê pêk hat. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe di destpêkê de axivî û diyar kir, PKK a 27'ê Mijdara 1978'an ji aliyê komek ji xwendekaran ve hate damezrandin, di nava 39 salan e veguherî partiyeke ku vîna gelê Kurd temsîl dike û ji aliyê gelên cîhanê ve tê teqdîrkirin.
Goktepe destnîşan kir, ku PKK li dîasporayê jî veguherî vîna bi mîlyonan Kurdistaniyan û got, "Damezrandna PKK'ê ji bo afirandina jina Kurd a azad û berxwedêr, bûye mîladek."
Berdevka Meclîsa Jinên Kurd a Amara Îmran Karaer jî da xuyakirin, ku ew ê her tim li ser şopa şehîdên xwe Arîn Mîrkan, sakîne Cansiz, Zîlan, Bêrîtan bin û bi eşqa azadiyê ew ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
Di peyama Ciwanên Azad de jî gotina "Me bi ciwantî dest pê kir, em ê b ciwantî bibin serî" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û soza xurtkirina têkoşînê hate dayîn.
Di dewama çalakiyê de endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar mafê axaftinê kir û 38. salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd, malbatên şehîdan û gelê Kuredistanê yê li çar parçeyên Kurdistanê nobeda azadiyê digire, pîroz kir. Aydar got, "Dema mirov li 38 salan vedigerin, dibînin ku ji bilî PKK'ê ti rêxistinê çar parçe hembêz nekiriye û xîtabî tevahiya gel nekiriye."
Aydar rewşa dawî ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê jî nirxand û diyar kir, dewleta Tirk bi bahaneya "têkoşîna li dijî DAIŞ'ê" li Rojavayê Kurdistanê êrîşî YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike.
'ERDOGAN MÎNA YÊN BERIYA XWE, XWE DIQEDÎNE'
Aydar got, "Bi van êrîşan re dixwaze destketiyên gelê Kurd ji holê rake, nehêle kanton bigihêjin hev û pêşî li statuya Kurdan bigirin. Dewleta Tirk beriya niha destek dida hêzên tarî yên mîna El Nûsra û DAIŞ'ê. Lê berî çend mehan bi artêşa xwe ket nava Rojava. Niha li Rojava şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime ku Rûsya, DYA, Ewropa, Tirkiye û gelek hêzên din di nav de hene. Gelo berê dihat bîra kê ku Kurdên li Rojava wê bibin xwedî statu? Berê dihat gotin, 'Ji bilî çiyê em nikarin li cihekî din xwe biparêzin, li ber xwe bidin. Lê me li Rojava îspat kir, ku em dikarin hem li çiyê, hem li deştê, hem jî li nava bajaran şer bikin, xwe biparêzin. Êdî hêzeke Kurdan a bi tank û topan heye. Rayedarekî leşkerî yê DYA'yî li xwe mikur hat û got, "Eger Kurdên li Rojava nebûya, me nikarîbûn tiştekî bikin'. Li Bakur jî zilma Erdogan û AKP'ê dewam dike. Di heman demê de mîna Tansû Çîller, Mehmet Agar û yên beriya xwe gotina 'Me Kurd qedand, em diqedînin' bilêv dikin. Lê mîna yên beriya xwe, ew jî xwe diqedîne."
PJAK û Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê jî peyam şandin ji şevê re. Her wiha axaftina Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ya li ser salvegera damezrandina PKK'ê bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan.
Kawa, Kemalê Amed, Evîn Akbaş û Koma Heval jî derketin ser dikê. Şev bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qediya.
GAVLE
Li bajarê Gavle yê herêma Dalarna jî, bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan şevek hate lidarxistin. Zubeyîr Aydar li vir jî axivî û got, "Bi qasî PKK'ê, ti tevgeran gel di vê astê de li hev necivand û nebû rêxistineke Kurdistanî ya li çar parçeyan. Ti tevgeran xeta berxwedanê ewqasî bilind nekirin. Gelek hatin û gotin, 'wê ev tevgere biqede', lê ew bi xwe tine bûn. Serok Apo tevlî ku 18 sal in dîl girtî ye, hê jî lîderiyê dike."
Di dewama axaftina xwe de Aydar got, "Yên îro ji bo azadiya me şer dikin, paye, pere, kincan ji me naxwazin. Tişta pêwîst a ji bo şerkirinê ji me dixwazin. Bicihanîna vê daxwazê jî deynê li stuyê me ye."
Hunermendên Kurd Kawa, Kemalê Amed, Diyar, Dilşad, Sîdar û hunermendê Îranê Mahoo Rizapoor derketin ser dikê. Her wiha koma govendê ya ji zarokên keç ên 7-9 salî jî hunera xwe pêşkêş kir.