Endama Desteya Rêveber a Kongeraya Demokratîk a Gelan (KDG) Benazîr Coşkûn, ji bo Şirnex a ku lêkolîn lê hate kirin got: “Hilweşîneke ku dixwestin hemû nirx û bajar tine bikin, hatiye kirin. Gazincên gelê Şirnexê ji me hemûyan heye.” Coşkûn, bang kir ku dive piştgiriya xwe ya madî û manewî mezin û xurttir bikin û wiha anî ziman: “Ya ji hemûyan girîngtir ji bo gelêŞirnexê xwe tenê hîs neke, dive em piştgiriya manewî xurt û mezin bikin, hewl bidin ku heyetên pispor berê xwe bidin Şirnexê.”
Benazîr Coşkûn di heyetê de cih digirt ku ji hêla Koordînasyona Piştgiriyê ya ji Cizîr heta Sûrê ya ku li ser banga KDG’ê rojên 29-30’ê Mijdarê li Şirnexê lêkolîn dabû destpêkirin hatibû diyarkirin, çavdêrî û dîtinên xwe bi lêv kirin.
Coşkûn diyar kir ku di nuqteyên kontrolê yên di nava Amed û Şirnexê de hatine danîn, polis li ser wan geriyaye û got: “Di ketina Şirnexê de lêgerîneke hûrûkûr hat kirin. Li GBT’ê nerîn, li çenteyên me geriyan û heta hin parçe ji wesayîtên me vekirin û wisa lêgerîna xwe domandin. Di ketina bajêr de blokên beton hebûn. Ji ber lêgerînê jixwe demeke dirêj em rawestiyan.”
Coşkûn destnîşan kir ku tişta ku ewil bala wê kişand nivîsa “Şirnex bajarekî yê Tirkiyeyê ye” bû û wiha anî ziman: “Dema ku em ketin Şirnexê, wê nivîsînê çi dixwaze bi me bide fêmkirin me bi çavên xwe û hemû hucreyên laşê xwe hîs kir.”
‘DIXWAZIN KU BI GIŞTÎ BAJÊR JI BINÎ VE TINE BIKIN’
Coşkûn, bi bîr xist ku berxwedana xwerêveberiyêji 14’ê Gulanê ve dest pê kir, 83 rojan dewam kir, lê dorpêç û hilweşîna li bajêr 9 mehan dom kir û wiha pê de çû: “Li Şirnexê bi awayeke giştî, hilweşîneke ku bi giştî nirxên bajêr, hafizeya bajêr û bi tevahî bajêr kavilkirinê dike armanc, hebû. Di heman demê de Şirnexeke ku ji planên rantê re hatibû hiştin jî hebû.”
Coşkûn, bi bîr xist ku hilweşîna li bajêr îhaleyî kargeheke bi navê “Acariyan” hatibû kirin û wiha got: “Gelek mal hebûn ku ne yên hilweşînê bûn, lê hatibûn hilweşandin. Mînak ji bo ku bidin nîşandan li malekê şer çêbûye, bi alavekî ku weke çakûçan li dîwarêavahiyê hatibû xistin û şopên şer dabûn nîşandan. Lê, kelûpelên di avahiyê de ti ziyan nedîtibûn. Eger ku di kêliya dawî de xwediyê malê nehatiba wê ew mal jî hilweşandibana.”
‘ŞIRNEXEKE HEM HATIBÛ HILWEŞANDIN HEM JÎ HATIBÛ TALANKIRIN’
Coşkûn, bal kişand ji bo rantê malên Şirnexiyên ku bi salan bi destê xwe dabûn avakirin hilweşandibûn û wiha anî ziman: “Kargeh, ji bo ji wir fêdeyê bibîne gelek malên saxlem û qayim jî hilweşandibûn. Em çûn Taxên Cûmhûriyet û Bahçelîevlerê. Êdî tax nemabû, xîz û toza li pey hilweşîna malan mabû mîna çolekêbûn. Bi temamî hatibû xirakirin û kavilkirin, kamyonên kar tim dixebitîn. Em rastî Şirnexeke hem hatibû hilweşandin hem jî hatibû talankirin hatin. Li pêşberî malên hilweşandî, wehd dane ku li beramberî 60-70 hezar pere, ji nû ve bidin avakirin.”
Coşkûn destnîşan kir ku hê jî tê îdîakirin ku di bin xirbeyên avahiyan de cenaze hene û wiha pê de çû: “Bê ku hûn li gel ti kesî baxivin bêhneke di nava bajêr de bigerin, hûn ê fêm bikin ku ka dewletê çawa bi derewan bajar serobino kiriye. Îdîa dikin ku ‘di encama şerê li dijî PKK’ê û YPS’ê ev hilweşîn pêk hatine.’Lê, li Şirnexê tenê guleyek jî li saziyên dewletê neketibûn. Lê avahiyên saziyên çand, komele û avahiyên HDP’ê û DBP’ê hemû hatibûn hilweşandin an jî şewitandin. Li herêmên ku malên cerdevanan lê bûn, ti mal nehatibûn hilweşandin. Lê, li kêleka vê, hilweşîneke mezin û hovane hatibû kirin.”
Endama Desteya Rêveberiya KDG’ê, Benazîr Coşkûn der bir ku mafê xwendinê yê xwendekaran ji destê wan hatine girtin û dibistanên wan vegerandine qereqolan û got: “Xwendekar di bin siya çekan de diçin dibistanê, perwerdeyê dibînin.”
‘TEVÎ HEMÛ VÊ HILWEŞÎNÊ JÎ ME BÊHÊVÎTIYEK EWQAS MEZIN NEDÎT’
Coşkûn destnîşan kir ku “Gazincên gelê Şirnexê ji bo me hemûyan hene” û wiha berdewamî da axaftinê: “Diyar kirin ku li gorî pêwîst e xwedî li Şirnexê nehatiye derketin. Lê, tenê ev ne peyameke ya hilweşînê bû. Gel, tevî ku êşên giran jî kêşane, hê jî bi hasten xurt ên xwedîderketinê em pêşwazî kirin. Li Şirnexê tevî vê hemûyê jî me bêhêvîtî, bêbawerî û bêçaretî nedît.”
Coşkûn anî ziman ku pêwîstiya herî lezgîn a ji bo Şirnexê ew hest in ku bi tenê nahêlin û wiha dom kir: “Hilweşîneke pir mezin heye, ji derzî heta ta (ben) pêwîstî bi her tiştî heye. Pêwîstî bi desteka madî heye. Lê, pêwîstiya gel ji beriya her tiştî bi desteka manewî heye. Mînak; dive heyetên pispor her tim bikevin bajar û alîkariya gel bikin. Pêwîstî bi tîmên mihendiz ên ku tesbîta xebatên lêkolînkirina ziyana bikin û ji bo zarok trajediyên ku jiyane derbas bikin pêwîstî bi heyetên pispor hene. Pêwîstî bi tîmên tendirûstiyê bi taybet pêwîstî bi heyetên xweser ên ji bo jin û zarokan hene. Şirnexî dixwazin li her qadê bidin nîşandan ku Şirnex ne bi tenê ye.”
‘JI BO HEYETÊN PISPOR PÊK WERIN EM Ê BIXEBITIN’
Coşkûn binî xet kir ku dive piştgiriya madî jî bê xurtkirin, anî ziman ku wê rapora ku amade kirine di 10’ê Cotmehê de eşkere bikin, her wiha ji bo avakirina heyetên pispor jî wê bikevin nava hewldanan, wê di rojên pêşiya me de di pêşengtiya Meclîsa Jinan a KDG/HDP’ê de heyeta ku ji jinan pêk têe, bişînin herêmê.
Benazîr Coşkûn, ji bo destekekê bidin gelê Şirnexê bang li her kesî kir ku beşdarî kampanyaya “Xwişk û Bira” bibin, got: “Dema ku hûn beşdarî Kampanyaya Xwişk û Bira bûn, domahiya salekê herî kêm destekeke 500 lîrayî bikin. Lê, tenê ne piştgiriya madî, em daxwaz dikin ku biçin malbatê bibînin, ji bo têkilî li cem danin û birînên wan bipêçin û bi rastî jî pêvajoyekî xwişk û biratiyê bijîn.”