Li Girtîgeha Gîresûnê gelek girtî hatin sirgûnkirin

Gelek girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê dihatin girtin, hatin sirgûnkirin.

Gelek girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê, bêyî ji malbatên wan re bê gotin hatin sirgûnkirin. Yek ji girtiyên hatine sirgûnkirin Cîhan Alkan e. Dayika wî Necla Alkan bi telefonê lê geriya hîn bû, ku hatiye sirgûnkirin. Dayik Alkan got, "Kurê min bi rêya telefonê vê hefteyê li me negeriya. Me meraq kir û em li girtîgehê geriyan. Rêveberiya girtîgehê ji me re got, ku kurê min jî di nav de gelek girtî hatine sirgûnkirin."

Dayik Alkan got, rêveberiya girtîgehê jê re negotiye bê çend kes hatine sirgûnkirin û ber bi ku ve birine.

Di şeva 9'ê Mijdarê de gardiyanên li Girtîgeha Gîresûnê li girtiyan da bûn û 20 girtî birîndar kiribûn.