Koç: Li dijî polîtîkayên antî Kurd ên Tirkiyeyê yekîtiya neteweyî divêtî ye

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç diyar kirk u dewleta Tirk polîtîkayên antî Kurd dimeşîne, ji ber vê jî dixwaze bikeve Şengal û Mûsilê, destnîşan kir ku li dijî vê ‘têkoşîna bi awayê yekîtiya neteweyî’ divêtî ye.

Koç der bir ku ji bo siberoj û îdareya Mûsilê pêwîst e Kurd bi konferansek hevpar helwestên xwe bikin yek, got polîtîkaya xeternak a Mûsilê ya dewleta Tirk tenê bi vî awayî dikare bê pûçkirin.

‘BI KONFERANSA MÛSILÊ VE DIVÊ HELWESTA NETEWEYÎ BÊ EŞKEREKIRIN’

Koç, bi bîr xist ku ji bo helwesta hevpar a Kurdan a têkîldarî siberoja Mûsilê di Komxebata Çareseriya Pirsgirêkên Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê de ku meha Îlonê ji hêla Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat lidarxistin, pêşniyara kongreyekê hatibû kirin, got; “Me jî ev pêşniyar li ber çavan girt, em civînên wek amadekariyên vê li dar dixin. Di van civînan de em ji dîroknas, mamosteyên zanîngehan, akademîsyenan nêrîn û pêşniyaran digrin. Em van civînên xwe li tevahî bajaran li dar dixin.”

Koç îfade kir ku pêwîst e nêrînên rengên li Mûsilê jî teqez bên girtin û wiha dewam kir; “Di van civînên xwe de em nêrîn û pêşniyarên Kurdên Sunî, Şîî, Şabak û Êzidiyan digrin, guhdar dikin. Em hedef dikin ku dûvre bi konferansekê ve konsepteke ku wê têkîldarî Mûsilê helwesta neteweyî deynin holê ava bikin. Ji ber ku Mûsil, Iraqa biçûk e, Rojhilatek Navîn a biçûk e û Başûrê Kurdistanê ya biçûk e. Tevahî pêkhateyên wan di nav xwe de dihewîne. Çareseriya pirsgirêka Mûsilê di çareserkirina pirsgirêkên van tevahiyan de wê bibe modelek mînak.”

‘PIRSGIRÊKA MÛSILÊ NE PIRSGIRÊKA GELAN E’

Koç bi bîr xist ku pirsgirêka Mûsilê di cewher de li ser esasê parçekirina gelan, pirsgirêkeke ku bi destê Dewleta Brîtanyayê hatiye afirandin, destnîşan kir ku ev pirsgirêk ne pirsgirêka gelên li wir e an jî pirsgirêkek Kurd-Ereban e.

Koç, têkîldarî mijarê ev nirxandin kirin; “Pirsgirêka Mûsilê, sedsala 20’emîn de hat afirandin. Pirsgirêkek bi armanca parvekirin, parçebûnê hatiye afirandin û em jî li şûna vê yekîtiyê esas digrin. Ji bo vê ferasetek demokratîk lazim e. Divê Kurd jî pêşengiya vê modela çareseriya demokratîk bikin. Kurd nikarin mîna nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya li beramberî hin eşîrên Erebên Sunî an jî wek Îran li Erebên Şîî dikin nêzî mijarê bibin.”

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç bal kişand ku çareseriya pirsgirêkê tenê bi rêyek demokratîk dikare pêk were û têkîldarî nêzîkatiya ku divê Kurd bikin jî ev nêrîn anîn ziman: “Lê, li hember vê alternatîfek rast û demokratîk dikare bê sazkirin. Ji bo vê jî divê Kurd hêza xwe ya hevpar ava bikin, baweriyê bidin kêmneteweyên li wir. Ji ber ku kêmneteweyên li wir dibêjin ‘dema DAÎŞ hat Mûsil, Tel Afer û Şengalê artêşa Iraqê û peşmergeyan em ne parast in. Ji ber wê jî êdî em nikarin mîna beriya sala 2014’an bimînin.” Wek Kurd divê em jî guh bidin daxwazên rengên li wir, fêm bikin û li gor wê sîstemek demokratîk bi pêş bixin.

‘DEWLETA TIRK GIŞTÎ KURDISTANÊ DIXWAZE’

Koç li ser nîqaşên dewleta Tirk a ku dibêje wê li dijî hin deverên Şengalê û Başûrê Kurdistanê operasyonê li dar bixin jî rawestiya û destnîşan kirk u armanca dewleta Tirk ew e ku dixwaze tevahî Kurdistanê bixe bin serweriya xwe.

Koç wiha dewam kir: “Sîstema dewleta Tirk bi temamî ber bi dîktatortiya faşîst diguhere. Dixwaze tevahî hêza rayeyê bidin yek kesî. Bi vê faşîzmê ve dixwazin xeyalê Osmanîtiyê li Rojhilata Navîn pêk bînin. Her wiha, siyaseta dimeşînin jî bi temamî li ser esasê dijminahiya Kurdan e.

Dewleta Tirk dema dîtin ku Kurd ji rewşa heyî sûdê werdigrin, vê care gotin ‘Mûsil a me ye.” Vê jî dispêrin Hevpeymana Enqereyê ya 1926’an. Dibêje ‘em Lozanê, lewre jî sînoran qebûl nakin.’ Ango dixwazin sînorên nû xet bikin. Dema dibêjin Mûsil esas tevahî Başûrê Kurdistanê tînin ziman. Ji ber ku wîlayeta Mûsilê tevahî Başûr di nav xwe de dihewîne. Mîna dema behsa Helebê jî dikin behsa tevahî Bakurê Sûriyeyê û Rojava dikin.”

‘PKK TENÊ HINCET E’

Koç bi lêv kir dewleta Tirk ji bo dagirkeriya Kurdistanê wek hincet PKK’ê nîşan dide, hişyarî da ku armanca esasî ‘astengkirina yekîtiya Kurdan e.”

Koç, têkîldarî mijarê ev nirxandin kirin: “Dibêje, ‘ez ê bikevim Şengalê, li dijî PKK’ê şer bikim û nehêlim Şengal bibe Qendîla duyem.’ Lê, mesele ne PKK’e ye. Mesele ew e ku dewleta Tirk dixwaze serweriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê pêş bixîne. Dewleta Tirk ne xwedî raye ye ku bikeve Başîka, Şengal an jî Qendîlê. Ji ber ku ev der axa Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk ji bo Kurd negihêjin hev, yekîtiya xwe ava nekin bi hezaran nakokiyên îdeolojîk, siyasî çêdike. Hêzên navneteweyî jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn yekîtiya Kurdan neçarî dibînin. Hem bandorên hundirîn hem jî derveyî Kurdan ber bi yekîtiyê dehf dide.”

‘SIYASETA ANTÎ KURD DIDE MEŞANDIN’

Koç der bir ku pirsgirêka Mûsilê ji bo Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê xeteriyê ava dike, ji ber vê jî mijarek neteweyî ye, polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî vê jî wek “polîtîkaya antî Kurd” nirxand.

Koç li dijî polîtîkayên parçeker ên Tirkiyeyê jî pêşniyara “Tirkiye, navenda dijîtiya berjewendiyên Kurdan e. Ji bo Tirk li Mûsil, Heleb an jî cihên din nekevin îdîayên heqan, divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin.”

Koç, der heqê siyaseta Başûrê Kurdistanê jî rexne pêş xistin, bal kişand, ne rast e ku partiyên Kurdan li şûna dagirkeran hevûdu tewanbar bikin. Koç wiha got; “Di rêkên çewt de rexne tên kirin. Partiyên siyasî hevûdu sûcdar dikin. Lê, mijar ne partiyên Kurdan e, dagirker in.”

‘TIRKIYE DIXWAZE 3 PARÇEYÊN KURDISTANÊ KONTROL BIKE’

Koç anî ziman ku dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdên li bakur şer dike û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Tirkiye şerê xwe hem li Rojava hem jî li Başûr dimeşîne. Ji ber vê li dijî vê talokeya ku dewleta Tirk dide avakirin pêwîst e tifaqa Kurdan pêş bikeve.

Ji ber ku ev taloke ne tenê wek siyaseta antî-PKK’ê çêdibe, bi awayê antî-Kurd tê pêşxistin. Yê vê dibêjin xwe dixapînin. Herêm bi giştî diguhere. Dewleta Tirk ku dixwaze ji vê valatiyê sûdê werdigre, hedef dike ku 3 parçeyên Kurdistanê kontrol bike. Lewre jî pirsgirêka Kurdan jî dibe pirsgirêkek neteweyî. Ji ber vê jî partiyên Kurdan li şûna zimanê ku hevûdu sûcdar dikin, divê bên cem hev, teşxîsa vê talokeyê deynin.