Rêveberên PYD'ê Şîlan Kobanê (Meyda Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Elî) û Ciwan (Hecî Cûma Elî) ên li Mûsilê di 29'ê Mijdara 2004'an de di kemînekê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Essen ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Navenda Meclîsa Gel a Essenê Yilmaz Gultekîn û Çîçek Qamişlo axivîn.
Qamişlo got, "Hevrê Şîlan û Fûat, bîrdozî û felsefeya Serok Apo pejirandibûn û ji vê bîrdoziyê bigihîne gelê Kurd, gelekî hewl dan."
Di merasîmê de Gulîzar Kaytan jî hate bîranîn.