Salvegera damezrandina PKK'ê li Elmanya û Îtalyayê hate pîrozkirin

38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Emmerîch, Salzgîtter û Berlînê yên Elmanyayê û li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hate pîrozkirin.

38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Emmerîch, Salzgîtter û Berlînê yên Elmanyayê û li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hate pîrozkirin.

EMMERÎCH

38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê bi şevekê hate pîrozkirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre Ji Meclîsa Gel a Emmerîchê Hanîfe Kozik axivî.

Kozik da xuyakirin, ku PKK'ê felsefeya gelê Kurd guherandiye û têkoşîna ji bo azadiyê hînî vî gelî kiriye.

Di şevê de Serokê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat Fîkret Îgret jî axivî.

Li dûx wendina peymanan, sînevîzyon hate nîşandan. Di şevê de hunermend Seyîdxan, Rêzan ê Hîp Hopê, Narîxan, Rojhat, Alan û Rojhat Govend û Dîlan derketin ser dikê.

SALZGÎTTER

Li bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê, salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. Şeva pîrozbahiyê bi beşdariya zêdeyî 1500 kesî pêk hat. Parlamenterê Partiya Çep (Dîe Lînke) Dîeter Dehm jî li vir axivî. Dehm diyar kir, ew bi têkoşîna mafdar a gelê Kurd re ne û got, Serokkomarê Tirk Erdogan berevajî daxive, li cîhanê digere û bi gotina 'PKK terorîst e' hewl dide rastiya xwe binixumîne. Dehm destnîşan kir, ku terorîstê rastî Erdogan û ekîba wî ye û got, "Ji xwe ew jî bi pratîka xwe ve yekê piştrast dike."

Koma Şiyar a Koroya Zarokan, Hozan Canê, Hozan Axîn, Dimlî Amed, Aslan Masekî, Perîhan Solbûdak, Beşîr Rojava, Helbestvan Wezîr Demîr û Koma Şiyar a Govenda Zarok û Ciwanan di şevê de hunera xwe pêşkêş kirin.

Şev bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Terorîst Erdogan" û "Kujer AKP" qediya.

BERLÎN

Pîrozbahiya li paytexta Elmanya Berlînê jî bi tevlîbûna 2000 kesî pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş li vir axivî û got, "PKK'ê statuya koledariyê û fermana mirinê ya li ser gelê Kurd hatibû ferzkirin, parçe kir. Cihgirtina li nava vê têkoşînê cihê serbilindiyê ye."

Hunermend Xelîl Xemgîn, Hozan Diyar, Şengul Pak û Koroya Zarokan û koma Govendê derketin ser dikê.

MÎLANO

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hate pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir. Tevî axaftinan, hunermend Pinar Aydinlar derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.