Cenazeyê gerîlayê TÎKKO'yê Bûlût hat teşxîskirin

Cenazeyê gerîlayê TKP/ML-TÎKKO Alî Bûlût, ku li bejahiya Dersîmê di bomberdûmanê de tevî 5 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hat teşxîkirin.

Cenazeyê gerîlayê TKP/ML-TÎKKO Alî Bûlût (Şoreş Oran) ê 25'ê Mijdarê li herêma Alîbogazi ya navbera navçeyên Xozad, Pulur û Çemîzgezekê tevî 5 hevalên xwe di bomberdûmana hewayî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin. Malbata Bûlût danê sibehê hat Meletiyê. Tevî malbata Bûlût nûnerên MEYA-DER'ê jî di dema otopsiyê de amade bûn.

Di morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, wêneyê Bûlût ji malbatê re hate nîşandan û malbatê cenaze teşxîs kir. Li ser vê yekê malbatê ji bo testa DNA'yê xwîn da Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê. Malbatê piştî ku îfade da dozgeriyê, karîbû cenazeyê xwe rake.

Cenaze ji bo were veşartin, birin gundê Mercîmek ê navçeya Pêrtag a Dersîmê.