ROJANE
Hemû Nûçe
-
Avesta: Divê rojeva me ya yekane azadiya Rêberê me be
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, "Divê jin û ciwanên me azadiya Rêberê me bikin rojeva xwe ya bingehîn. Azadiya Rêberê me azadiya hemû têkoşeran e." -
'Kengî Tirkiye bi Kurdan re li hev bike, wê hingî rizgar bibe'
Serokê Komîsyona Polîtîka Derve ya Swîsreyê û Serokê Giştî yê SP'ê Levrat got, "Ji bo siberoja siyasî û aborî ya Tirkiyeyê, dewleta Tirk neçar e bi Kurdan re li hev bike." -
Heyeta Partiyên Çep ên Skandinavya wê serdana hevserokên giştî yên HDP’ê bikin
Heyeta ji serokên partiyên çep ên Skandinavya (Partiya Sosiyalîstên Cep a Norwec SV, Partiya Cep a Swêd - Venstre, Partiya Tifaqa Çep a Fînlandiyayê û Partiya Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarka) ji bo piştgîriya bi HDP’ê re wê sibehê biçin Tirkiye. -
Nehiştin wekîlên ku çûne Edîrne Demîrtaş û Zeydan bibînin
Rê nehat dayîn ku heyeta HDP’ê, Demîrtaş û Zeydan bibînin. -
Encamnameya civîna HDK’ê eşkere bû
HDK’ê encamnameya civîna 4’ê Kanûnê ragihand. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku wê li dijî Rewşa Awarte kampanyek xurt bê birêxistinkirin û piştevaniya gelê Şirnexê bê xurtkirin. Her wiha ji bo meclîsên gel bang li tevahî HDK’iyan hat kirin. -
Hevşaredarê Qereyaziyê hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirinê de Hevşaredarê Qereyaziyê Mehmet Saît Karabakan hat binçavkirin, li avahiya şaredariyê lêgerîn didomin. -
Du jinên ji aliyê AA ve hedef hatin nîşandan, bi rojan e binçavkirî ne
Seda Baykan û Nûray Mengîllî ku ajansa AA têkildarî wan got, "Dema ji bo êrîşa bombeyî keşf dikirin hatin girtin", ev neh roj in binçavkirî ne. Baykan û Mengîllî di 28'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin. -
Onder: Dolarê li binê balîfan bi qasî serê derziyê jî tesîrê li aboriyê nake
Profeserê Aboriyê Onder li ser rewşa krîza aborî ya Tirkiyê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku jinirxketina pereyê Tirkiyeyê ne diyardeyeke demdemî û ji rêzê ye, ku di maweyeke kurt de heq jê were derketin. -
Ji bo Demîrtaş gilî li HSYK hate kirin
Parêzerên Demîrtaş giliyê Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Eker û Dadgerê 4. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Amedê Bîlgîn kirin. -
Eutelsat biryara dadgehê bi cih nîne!
Tevî ku Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê biryar da ku divê weşanên Med Nûçe û Newroz TV bên destpêkirin jî, şîrketa Eutelsatê vê biryarê bi cih nîne. -
Li Stûttgartê li dijî AKP/Qesrê protesto berdewam dikin
Li Stûttgartê HDK-A’yê rejîma AKP/Qesrê şermezar kir. Jin jî li dijî komkujiya jinan derketin qadan. -
'Em di 10'ê Kanûnê de li dijî faşîzma AKP'ê dakevin qadan'
KCDK-E, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bang li gelan kir, ku li dijî faşîzma AKP'ê dakevin qadan. -
Sancar: Tola 7’ê Hezîranê ji Demîrtaş distînin
Sancar ê ku Demîrtaş ziyaret kir got, desthilatdariya AKP/Qesrê hewl dide tola 7’ê Hezîranê ji Demîrtaş bistîne. -
Rêxistina Efûyê têkildarî Sûrê raporek weşand
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku di dema "qedexeya derketina derve" de li Sûrê nêzî 40 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. -
Heyeta navneteweyî serdana hevserokên giştî dike
Heyetên navneteweyî serdanên ji bo Yuksekdag û Demîrtaş ên li girtîgehê dîl tên girtin dewam dikin. -
Nêzîkatiya AKP/Qesrê ya li pêvajoya çareseriyê careke din eşkere bû
Li Rihayê, operasyonên qirkirina siyasî û binçavkirina hilbijartiyan ji ber lêpirsîneke sala 2014'an, nêzîkatiya rejîma AKP/Qesrê ya li pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, careke din raxist pêş çavan. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Goteborgê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Goteborg ê Swêdê hate pîrozkirin. -
Operesyonên qirkirina siyasî didome: 1 jê zarok 15 kes hatin girtin
Ji 39 kesên ku li Edneyê hatin binçavkirin û îro şandin edliyeyê ku rêveberên HDP’ê jî din de ye, 1 jê zarok 15 kes hatin girtin. 8 jê zarok 10 kes cezayê malê lê hatin birîn, 1 zarok jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. -
Wîkîleaks, emaîlên Albayrak ê zilamê qirêj ê Erdogan weşadin
Wîkîleaks a ku gelek nivîsînên navneteweyî derxistin holê, nivîsînên e-posta yên aîdî Wezîarê Enerjiyê û zavayê Serokkomarê Tirk Erdogan, Berat Albayrak weşandin. -
Çalakiya nobedê didome: Heta azadiyê berxwedan!
Çalakiya ‘Nobeda Azadiya ya ji bo nivîskar û xebatkarên Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin dewam dike. Di çalakiyê de carekî din peyama berxwedan hate dayîn û banga daketina kolanan hate dayîn. -
Kongreya KDG-F wê 10’ê Kanûnê bê li dar xistin
Kongreya Damezirinadina KDG-F’yê, wê 10’ê Kanûnê bê li dar xistin. Banga bejdariya kongreyê hate kirin. -
HDP’ê, serî li Dadgeha Distûra Bingehî da
HDP’ê, li dijî êrîş û girtina serî li Dadgeha Distûra Bingehî dan. -
Ji bo doza Tûncel û Kişanak biryara yekirin û neqil kirinê
Ji bo doza darezandina Tûncel û Kişanak biryara yekirinê hate dayîn. Bi hinceta “Ewlekariyê” ji bo dozê neqlî bajarekî din bikin ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê nivîs hate nivîsandin. -
Fîdel Castro û Şoreşa Zindî -Selahattîn Erdem
Castro jî di axaftina xwe ya dawiyê de wiha gotibû: Divê îdealên me bijîn û divê em ji bo wan têkoşîna xwe bidomînin. Em bawer û hêvîdar în ku şoreşa Kubayê, li ser erdnîgara cîhanê jî wê şoreş her berdewam bin. -
Li Hannoverê Komuna Şehîd Binevş Agal hate avakirin
Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi navê Binevş Agal (Bêrîvan) komuna xwe ava kirin.