Pîrozbahiyên damezirandina PKK’ê didomin
Li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyên 38. salvegera damezirandina PKK’ê didomin. Pîrozbahiya li Akademiya Ş. Mervan a Daqoqê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat.
Li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyên 38. salvegera damezirandina PKK’ê didomin. Pîrozbahiya li Akademiya Ş. Mervan a Daqoqê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat.
Di pîrozbahiyê de li ser navê Akademiya Ş. Mervan Xebat Omer axivî û diyar kir ku daxwaza wan ew e ku 38. salvegera damezirandina PKK’ê bi xwe re azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurd bîne. Her wiha ji bo hemû Kurdan daxwaza bilindkirina tekoşînê kir.
Xebat di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Îro heger Kurd li ser nasnameya neteweyî daxifin, li ser jiyana azad daxifin, ev encama têkoşîna PKK’ê ya 38 salan e. Her wiha PKK ne bes ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên bindest bûye hêvî. ”
Hevseroka Nûnertiya Bajarê Kerkûkê ya Tevgera Azadî Reyan Hemedî jî axivî û diyar kir ku ji bo 39’mîn sala PKK’ê bibe sala Yekîtiya Neteweya Kurdan, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdan banga tekoşînê û berxwedanê li hemû Kurdan kir.
Piştî axaftinan bi stranên hûnermendan govend hatin gerandin û heta seatên şevê pîrozbahiyê berdewam kir.