HRW nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser Şengalê da

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) nerazîbûn nîşanî rayedarên Başûrê Kurdistanê da, ku pêşî li îthala-îxracata li Şengalê digirin.

HRW'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê bi hinceta 'ewlekariyê' bi rengekî bê pîvan û bê sînor, astengiyan derdixînin. Rêxistinê got, "Bi vî rengî pêşî li peydakirina xwarin, av û derfetên gel karibin pê debara xwe bidin, tê girtin."

Alîkara Midûra Maseya Rojhilata Navîn a HRW Lama Fakîh da xuyakirin, ku kirî û firotina malan ji Şengalê û pê ve tê astengkirin û got, "hikûmeta herêmî, li şûna ku astengiyan derxîne, divê ji sed hezaran Êzidiyên sivîl ên dixwazin vegerin cih û warên xwe, derfetan bafirîne."

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku gundiyên ji wan re axivîne gotine, ew nikarin mal û berhemên xwe yên li herêma Şengalê bifiroşin, ji ber ku rayedarên hikûmeta herêmî destûrê nadin wan.

Li gorî HRW, hikûmeta Kurd, hebûn û xebatên PKK'ê weke hincetê ji van astengiyan re nîşan dide.

Gerîlayên PKK'ê di Tebaxa 2014'an de bi sed hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar kiribûn. Pêşmergeyên PDK'ê jî, ku ji bo parastinê li herêmê bûn, ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviya bûn û Êzidî di nava lelpên çeteyan de hiştibûn. Ji ber vê komkujiyê, bi hezaran Êzidî bi rengekî hovane hatin kuştin û bi hezaran jî mîna koleyan hatin firotin. Şengal di Mijdara 2015'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin. Li gorî agahiyên dawî yên li ber dest, bi qasî 3 hezar Êzidî di destê çeteyên DAIŞ'ê de rehîn girtî ne.

Neteweyên Yekbûyî êrîşên li dijî Êzidiyan weke 'hewldana qirkirinê' nas kir û serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî da.