Di kongreya SP a Swîsreyê de biryara têkoşînê li dijî polîtîkayên nehiqûqî yên li Tirkiyeyê

Di kongreya giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê de, ku şirîkê hikûmetê ye, polîtîkayên antî-demokratîk ên dewleta Tirk hatin rexnekirin û banga li dewleta Tirk hate kirin, ku bi rêzdarî nêzî mafên mirovan ên gerdûnî bibe.

Di kongreya giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê (SP) de, pêşnûmeyek hate qebûlkirin û li gorî vê pêşnûmeyê têkoşîna li dijî polîtîkayên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê kete bernameya partiyê.

Kongreya Partiya Sosyal Demokratîk a Swîsreyê li salona Navenda Kar Expo a li bajarê Thûn ê Swîsreyê pêk hat. Tevî 500 delegeyan, gelek siyasetmedarên Ewropî û Swîsreyî, sefîrên bilind ên gelek welatan û serokên giştî yên sendîkayan tevlî bûn. Kongreyê 2 rojan dewam kir û nîqaş li ser polîtîkayên dema pêş ên SP hatin kirin û biryarên girîng hatin girtin.

ASSELBORN: DIVÊ TIRKIYE BI RÊZDARÎ NÊZÎ MAFÊN MIROVAN ÊN BINGEHÎN BIBE

Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn bi vexwendiyeke taybet tevlî kongreyê bû. Asselborn li vir axivî û beşek ji axaftina xwe ji rexnekirina polîtîkayên Serokkomarê Tirk Erdogan re veqetand. Asselborng bang li Tirkiyeyê kir ku bi rêzdarî nêzî mafên mirovan ên bingehîn bibe.

LEVRAT: LI DIJÎ REJÎMA TIRK, EM DEWLETA HIQÛQÎ LI SER NAVÊ NIRXÊN GERDÛNÎ DIPARÊZIN

Serokê Giştî yê SP Chrîstîan Levrat di axaftina xwe de polîtîkayên partiya rastgir a Swîsreyê UDC rexne kir û li ser polîtîkaya dema pêş a SP sekinî. Levrat işaret bi mafên mirovan ên bingehîn, dewleta hiqûqê, demokrasiya yekser û azadiya bingehîn kir û di beşeke axaftina xwe de polîtîkayên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê nirxand.

Levrat got, "Eger em li dijî rejîma Tirk dewleta hiqûqê, li dijî partiya komunîst a Çînê demokrasiyê diparêzin, em vê yekê li ser navê Xiristiyaniyê nakin, vê yekê li ser navê mirovahiyê dikin. Divê ev têkoşîn me li hev bicivîne. Ne azadî, ne piştgirî parçebûyî nînin. Lazim e azadî û piştgirî ji bo her kesî be."

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ANTÎ-DEMOKRATÎK ÊN LI TIRKIYEYÊ KET BERNAMEYA PARTIYÊ'

Di roja duyemîn a kongreyê de pêşnûmeyên hatin pêşkêşkirin, hatin nirxandin û li bernameya partiyê hatin bicihkirin. Yek ji van pêşnûmeyan jî biryarên bi navê "Li Tirkiyeyê aştî, azadî û mafên mirovan ên bingehîn" bûn.

Pêşnûme bi dengê hemû delegeyan hate qebûlkirin û li bernameya partiyê hate bicihirin. Di vê pêşnûmeyê de bal hat kişandin ser pêkanînên antî demokratîk ên Serokkomarê Tirk Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên li Tirkiyeyê. Hat destnîşan kir, ku Tirkiye roj bi roj ji rewşa dewleta hiqûqê dûr dikeve.

Di pêşnûmeyê de işaret bi girtina Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê hat kirin û hat ragihandin, bi xerakirin û şewitandina bajarên Kurdistanê re siyaset li dijî gelê Kurd hatiye meşandin.

Wekî din, polîtîkayên dewleta Tirk ên li Sûriye û Iraqê hatin rexnekirin, têkiliyên dewleta Tirk ên bi DAIŞ'ê re hatin bibîrxistin û bal hat kişandin ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava.

'DIVÊ HIKÛMETA SWÎSREYÊ BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Di dewama pêşnûmeyê de hat ragihandin, divê SP li dijî polîtîkayên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê bêdeng nemîne û ji hikûmeta Swîsreyê jî hate xwestin, li dijî bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bikeve nava tevgerê.

Di vê pêşnûmeyê de ku li bernameya partiyê hate bicihkirin, ev xal hatin destnîşankirin:

Konseya Federal a Swîsreyê, divê bîne bîra Erdogan ku neçar e li gorî qanûnên mafên mirovan ên gerdûnî yên ji aliyê Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ve hatine qebûlkirin, tevbigere.

Pêwîste bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Bernê bê kirin û li Sefaretxaneya Karên Derve daxwaz jê bê kirin, ku ji bo berdana girtiyên siyasî û nîşandana hurmetê li dewleta hiqûqê, zextê li Tirkiyeyê bike.

Hikûmeta Swîsreyê, ji bo çavdêrên serbixwe yên navneteweyî ku beriya niha ji aliyê raportorên Neteweyên Yekbûyî ve hatibû xwestin ji aliyê Tirkiyeyê ve bê qebûlkirin, bikeve nava hewldanan.

Pêwîste rayedarên hikûmetê û dîplomatên Swîsreyê parlamenter û hevşaredarên girtî ziyaret bikin.

Ji bo sûcên şer, pêkanînên xerab û îşkenceya li Tirkiyyeyê bike belge, lazim e Swîsre delîlan bide hev û di serlêdaneke gengaz a dema pêş li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de berpirsyaran eşkeer bike. Ji bo sûcên li Tirkiyeyê hatine kirin bêceza nemînin, pêwîste Swîsre ya ji dest tê bike.

Divê rêxistina îstîxbaratê ya Swîsreyê belgeyên li ser sûcên şer, girtina nehiqûqî û îşkenceya li Tirkiyeyê berhev bike. Her wiha heta têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re zelal bike, lazim e Rêxistina Îstîxbaratê ya Swîsreyê têkiliyên xwe yên bi MÎT a Tirk re betal bike.

Heta li Tirkiyeyê serdestiya dewleta hiqûqê misoger bibe, divê peymana li ser bazirganiya serbest a bi Tirkiyeyê re bê sekinandin.

Divê Konseya Federal, ji bo rayedarên Xaça Sor a Navneteweyî û CPT bi armanca lêkolînkirina îdîayên îşkenceyê biçin Tirkiyeyê, bi erka xwe rabe.

Heta li Tirkiyeyê demokrasî bê avakirin, divê hikûmeta Swîsreyê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bisekinîne û mafê lîsansê yê hilberîna malçemeyên çekan ên şîrketên Tirk betal bike.

Ji bo mirovên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine mexdûrkirin, mafê vîzeya însanî were naskirin.

Pêwîste parlamenterên SP bi hevkariya Konseya Ewropayê û OSCE li dijî polîtîkayên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê têbikoşin û ji avakirina aştiyê piştgiriya bi mirovên li herêmê re xurt bikin.

Li aliyê din, li kongreyê di encama hilbijaritnê de siyasetmedarê xwedî ezm3un Chrîstîan Levrat careke din ji bo Serokatiya Giştî ya SP hate hilbijartin.