Li Frankfûrtê pîrozbahiya PKK’ê: Yên ku li ber xwe bidin wê bi ser bikevin
Li Frankfûrtê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Di bernameya pîrozkirinê de mesaj hatin dayîn, ku ji bo azadiya Ocalan û gel wê têkoşîn were geşkirin.
Li Frankfûrtê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Di bernameya pîrozkirinê de mesaj hatin dayîn, ku ji bo azadiya Ocalan û gel wê têkoşîn were geşkirin.
Li bajarê Frankfûrtê ya Elmanya salvegera 38. damezrandina PKK’ê bi şevekê hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li salona dawetê ya Hanaû Pasa hate kirin. Li pîrozbahiyê ji Frankfûrt, Offenbach, Hanaû û derdora van bajaran bi sedan Kurdistanî û dostên wan hazir bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîrana kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.
Rûken Karakoç li ser navê YJK-Hessen axivî û got, "Divê em li nirxan xwedî derbikevin, têkoşînê geş bikin û di demeke kurtir de Rêber Apo ji Îmraliyê azad bikin."
'LI HER QADÊ DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN'
Li ser navê NAV-DEM’ê jî Zana Azadî axivî û got, "PKK tolhilanîna Seyit Riza, Şêx Seîd, komkujiya Zîlanê ye. PKK bi berdêlan hate îro. Bi hezaran şehîdên me bê kêl û gor in. PKK wiha mezin bû. Em Kurdên li Ewropa di serî de ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo divê em têkoşînê geştir bikin. Gelê ku li ber xwe bide her dem bi ser dikeve. Çawa 38 salan bi berxwedanê mezin bû ji niha û şûn de jî li her qadê divê em li ber xwe bidin."
Di bernameya pîrozbahiyê de Çetîn Oraner, Hozan Marûf, Koma Şehîd Welat, Koma Hezex, Hozan Sosin û Avaşîn stranên xwe gotin.