Welatiyên astengdar ku li Tirkiyeyê bi gelek astengiyan re hevrû ne, astengiyek jî ji hikûmetê hat. Welatiyên astengdar ku bi guherînên qanûnên nimro 2022 û 2828’an mûçeyên wan hatin birîn, ji sala 2013’an ve tên mexdûrkirin. Yek ji van welatiyên astengdar Aysel Atûrak e ku hem garantiyên wê yên tenduristiyê hem jî mûçeya wê ya mehane hat birîn. Otûrak a ku beriya 8 salan ji ber nexweşiya Frîedrîch Ataksîsî nikare bimeşe û di axaftinan de zehmetiyan dikşîne, rewşa xwe wiha vegot: “Ji ber jineke 36 salî me û şerm dikim nikarim ti pereyan ji dayika xwe jî bigrim.” Otûrak ragihand ku wek malbat kirêya malê didin, her meh hezar û 500 TL pereyê kirê radizînin, wiha dewam kir: “Bi van guherînên qanûnê, em bi awayekî fermî ji mirinê re hatine hiştin.” Otûrak anî ziman ku tevî di ezmûnên KPSS’ê de pûanekî bilind bi dest aniye jî nehatiye tayînkirin, bal kişand ku kesên 20-30 pûan jê kêmtir anîne hatine tayînkirin. Otûrak îşaret kir ku ji ber nexweşiya xwe pêwîst e her tim bê dermankirin, lê ji ber garantiya wê ya tenduristiyê û mûçeyê wê hatiye qutkirin nikare tedawî bibe, ji bo hikûmetê banga “dengê me bibihîzin. Erê we mûçeyên me û garantiya me ya tenduristiyê qut kir, wê demê karekî ji me re bibînin.” Otûrak ragihand ku beriya nexweşiyê di rojnemyên xwecih de dixebitî û Xeleta Yekemînbûnê ya Çapemeniya Xwecih a Cîhanê wergirtiye.
Mûstafa Koca jî yek ji mexdûrên qanûnê ye. Koca yê ji bûyînê astengdar e, tam 9 meh in mûçeyê xwe yê astengdariyê nikare bigire. Koca bal kişand ku wek hincet mala bavî wî yê mirî ku jê re mayî tê nîşandan û got; “Ji ber ji bavê min malek ma, mûçeyê min hat qutkirin. Ez bê pere mame. Bi awayekî fermî ji mirinê re hatime hiştin.” Koca der bir ku serlêdana wî ya îtîrazê nehatiye qebûlkirin, nerazîbûna xwe wiha nîşan da: “Niha çi bikim? Li şûna nan dîwar bixwim?” Koca ragihand ku 9 meh in bi alîkariya malbata xwe debara xwe dike, xwest ku mûçeyên wan ji nû ve bên dayîn.
YEKANA DAXWAZA WÎ ODEYEK E!
Hasan Serîn ê dema zarokatiya xwe piştî dermankirina nerast a tayê li nexweşxaneyê ji noqa xwe û jêr ve felc bû jî tenê odeyeke ku serê xwe bixiyê û sandalyeyek bi teker dixwaze. Serîn bi lêv kir ku ne dê ne jî bavê wî heye, ragihand ku ji bo ji ti kesî re nebe bar, bi salan e li Otogara Esenlerê radizê. Serîn got piştî li Zeytînbûrnûyê kompleksek Sporê hatiye vekirin, êdî li kolanan nemaye, destnîşan kir ku her 3 mehan carekê hezar û 500 TL mûçe werdigre, lê ev ji bo debara wî têr nake. Serîn ku odeyekê û sandalyeyek bi teker dixwaze, wiha got; “Niha ev sandalyeya ku li ser rûniştime, ji hevalekî min ê wefat kirî maye. Ew jî kevn bûye.”