Wekîla Serokê Meclîsê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar duh li Tîpa F a Edîrneyê bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan re hevdîtin kirin. Bûldan û Sancar xwestin îro jî bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim re hevditin bike. Lê Wezareta Dadê destûr neda hevditinê. Wezareta Dadê ji bo parlamenterên HDP'ê qedexeya hevdîtinê ya 15 mehan dabû ku bi girtiyan re hevdîtin neke û duh ji bo hevserok û parlamenter bên ziyaret kirin ev qedexe rakir. Bûldan û Sancar, bi destûra Wezareta Dadê destpêkê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrta û Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan ên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên girtin ziyaret kirin.
Bûldan û Sancar îro jî çûn Girtîgeha Kandirayê û Serokwekîlê Koma HDP Îdrîs Balûken, Parlamenter û Ferhat Encu ziyaret kirin.
DESTÛR NEDAN BI YUKSEKDAG RE HEVDÎTIN BIKE
Wezareta Dadê destûr neda ku Bûldan û Sîncar Hevseroka Gieştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim ziyaret bikin. Wezaretê destûr nedan ku Bûldan û Sancar Hevşaredaran ji ziyaret bike. Bûldan, têkildarî astengiya li pêş hevdîtinê agahî da dîhaberê û wiha got: "Li dijî ziyareta wekîlan helwestek kêfî heye. Heta niha tenê ji bo min û Mithat Sancar qedexeya hevdîtinê hatiye rakirin. Ji bo parlamenterên din jî hêj qedexeya hevdîtinê berdewam dike. Piştî destûr dan min û Sancar me ji duh de dest bi hevdîtina girtîgehan kir."
MAFÊ ME YÊ ZAGONÎ TÊ BINPÊKIRIN
Bûldan, destnîşan kir ku bi mehan e destûr nayê dayîn parlamenterên HDP'ê bi girtiyan re hevdîtinan bikin û wiha anî ziman: "Ji duh ve bi qismî be jî qedexeya li pêş hevdîtinên bi girtiyan re hat rakirin. Me jî ji duh ve dest bi hevdîtinan kir. Ev mafê me yê bingehîn e. Heta îro bi awayekî kêfî dihat astengkirin. Mafê me yên zagonî û hiqûqî tê binpêkirin. Mafê me bi zanebûn tê asteng kirin. Niha tenê astengiya hevdîtinê ji ser min û Mîthat hatiye rakirin. Em hêvî dikin ku di demek kin de vê astengiyê ji ser hemû wekilên HDP’ê rakin.
DIVÊ HEMÛ PARLAMENTER JI VÊ YEKÊ BÊZAR BE
Bûldan, anî ziman ku hin parlamenterên AKP'ê jî ji girtina parlamenterên HDP’ê aciz in û wiha pê de çû: "Divê ne tenê çend wekîl, pêwiste hemû parlamenterên li meclîsê li dijî vê yekê bêzariya xwe bînin ziman. Divê hemû kes li dijî vê bê hiqûqî û van pekanînên kêfî bêzar be. Heta ku ev bêhiqûqî bidome, ti gavên erênî û asayî pêş nakevin. Ji bo hewaya li Tirkiye nerm bibe divê berî her tiştî parlamenterên girtî yên HDP'ê serbest bên berdan. Ev pêkanîn bi ti awayî nayên qebûlkirin. Divê herkes erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne.”