Li Sûrê teqîn: 2 zarok birîndar bûn

Li navçeya Sûr a Amedê dama ku 2 zarok bi alava ku li erdê dîtibûn, lîstin teqiya. Di teqînê de her 2 zarok birîndar bûn.

Li Taxa Buyukakar a Taxa Îskenderpaşa ya Sûr a Amedê dama ku 2 zarokan alava ku li serdê dîtibûn, pêlîstin teqiya. Dama ku zarokan ew alav vekirin û xwestin bi çeqmekê agir berdin madeya mîna tozê ya dihundirê wê de teqîn pêk hat û zarêkên bi navê M.Î (13) û Ş.A (11) birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansa ku hate cihê bûyerê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Salahattîn Eyyûbiyê.

Ji ber rewa giran a M.Î piştre rakirin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcleyê. Ş.A jî piştî hate dermankirin û şûn de ji nexweşxaneyê derket.

Piştî teqînê polîs hatin cihê bûyerê, dest bi lêkolînê kirin.