12 parlamenterên PS'ê li ser rewşa Tirkiyeyê pirs ji Konseya Federal a Swîsreyê pirsîn

12 parlamenterên PS ên Swîsreyî, bêdengiya Konseya Federal a li pêşberî bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin rexne kir û jê xwest, helwesteke zelal li dijî dewleta Tirk nîşan bide.

12 wekîlên Partiya Sosyal Demokrat (PS) ku şirîkê hikûmetê ye, ji bo balê bikişînin ser pêkanînên antî-demokratîk ên Serokkomarê Tirk Erdogan û hikûmeta AKP'ê, her wiha ji bo hikûmeta Swîsre li dijî vê bikeve nava tevgerê, pirs li Konseya Federal a Swîsreyê kirin.

FÎEEDLÎ: JI BO HDP'YIYÊN HATINE GIRTIN, ÇI TÊ KIRIN?

Parlamentera Fedearl a PS Claûdîa Frîedlî, ev pirs li Konseya Federal kir:

Konseya Federal ji bo Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê yên li Tirkiyeyê hatine girtin çi dike?

Konseya Federal dizane ku li Tirkiyeyê çend parlamenter û hevşaredar hatine girtin?

Konseya Federal dixwaze ev siyasetmedarên hatine girtin werin berdan?

Têkildarî krîza însanî ya li başûrrojhilatê Tirkiyeyê diqewime, çi tê kirin?

TORNARE: KONSEYA FEDERAL BANG LI CPT KIR, KU BI ERKA XWE RABE?

Parlamenter Manûel Tornare jî ev pirs li Konseya Federal kir:

Konseya Federal ji bo berdana girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û başkirina rewşa wan, çi dike?

Konseya Federal, ji bo lêkolînkirina rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Tirkiyeyê bang li CPT a ser b Konseya Ewropayê kiriye, ku bi erka xwe rabe?

Konseya Federal ji bo bi Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî re girtîgehên li Tirkiyeyê ziyaret bike, ketiye nava hewldanan?

Ji bo ziyaretkirina parlamenterên girtî yên li Tirkiyeyê, Konseya Federal heyetek ava kiriye?

NAEF: KÎ TERORÎZMÊ PÊNASE DIKE

Wekîl Naef jî ji Konseyê xwest, bersiva van pirsan bide:

Pênaseya terorîzmê ji aliyê kê ve tê kirin?

Ataşeyê polîs ê ji Tirkiyeyê re hatiye şandin, di heman demê de bi aktîvîteyên dewleta Tirk re jî mijûl dibe?

Konseya Federal a Swîsreyê wezîfe daye vî ataşeyî ku li ser binpêkirina mafên mirovan û sûcên şer ên li Tirkiyeyê raporan amade bike û ji Swîsreyê re bişîne?

SOMMARÛGA: SWÎSRE WÊ KENGÎ TÊKILIYA BI MÎT'Ê RE BIQEDÎNE?

Carlo Sommarûga bal kişand ser belgeyên li ser şandina çekan ji bo DAIŞ'ê, ku Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar weşandibû û bersiva van pirsan xwest:

Konseya Federal ev agahî bi Tirkiyeyê da piştrast kirin? Helwesta Tirkiyeyê ya li pêşberî vê çi bû?

Rêxistina îstîxbaratê ya Swîsreyê bi MÎT'ê re di nava têkiliyê de ye?

Konseya Federal wê têkiliya rêxistina îstîxbaratê ya Swîsreyê bi MÎT'ê re kengî biqedîne?

ERÎC: PEYMANA BAZIRGANIYA SERBEST A BI TIRKIYEYÊ RE WÊ BÊ QEDANDIN?

Nûssbaûmer Erîc ev pirs kir:

Konseya Federal, heta ku Rewşa Awarte li Tirkiyeyê bê rakirin û mafên azadiya çapemeniyê û ramanê werin ewlekirin, wê peymana bazirganiya serbest biqedîne?

GÛLDÎMANN: AGAHIYÊN LI SER DIJBERÊN ERDOGAN ÊN LI SWÎSREYÊ, JI TIRKIYEYÊ RE TÊN RAGIHANDIN

Tîm Gûldîman daxwaza bersiva van pirsan ji konseyê kir:

Agahiyên mirovên mûxalîf ên li dijî Erdogan, ji meqamên Tirk re tên ragihandin. Gelo haya Konseya Federal heye ku ev agahî bi çi rengî tên ragihandin?

Li dijî vê rewşa nehiqûqî, polîs çi dike? Doz hatine vekirin?

Li ser vê rewşa li Swîsreyê bi awayekî derveyî qanûnî tê kirin, têkilî bi Enqereyê re hatiye dayîn?

REYNARD: ÇEND AKADEMÎSYEN JI KAR BÛN?

Mathîas Reynard bal kişand ser akademîsyenên ji ber îmzekirina belavoka aştiyê ji kar hatine kirin û ev pirs pirsî:

Konseya Federal dizane ku çend akademîsyenên mohra xwe danîne bi vê vê belavokê ji kar bûne?

Ev êrîşên li dijî akademîsyenan, bandoreke çawa li ser xebatên zanistî yên navbera Swîsre û Tirkiyeyê dike?

HEÎM: 370 KOMELE HATIN GIRTIN, ÇI TÊ KIRIN?

Parlamenter Bea Heîm girtina komeleyan û saziyên civakî yên sivîl bibîr xist û xwest bersiv ji van pirsan re bê dayîn:

Konseya Federal, ji bo avabûna rêxistinên civakî yên sivîl ên xurt li Tirkiyeyê, çi dike?

Ji bo mafên jinan li Tirkiyeyê werin parastin, çi tê kirin?

RÎELLE: AZADIYA ÇAPEMENÎ Û RAMANÊ HATIYE BETALKIRIN, ÇI TÊ KIRIN?

Parlamenter Laûrence Fehlmann Rîelle işaret bi girtina saziyên çapemeniyê yên mûxalîf kir û xwest, bersiv ji van pirsan re bên dayîn:

Konseya Federal ji bo rûbirûbûna vê rastiyê çi dike?

Di vê mijarê de bi Tirkiyeyê re danûstandin tên kirin?

NELLEN: YÊN MAFÊN ELEWIYAN DIPARÊZIN TÊN DARIZANDIN

Wekîla Federal Magret Kîener Nellen bal kişand ser asta êrîşên li dijî baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê û bersiva vê pirsê xwest:

Konseya Federal dizane ku Tûrgût Oker ji ber tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Mereşê bûye û nûnerên gelek saziyên din ji ber parastina mafên Elewiyan tên darizandin.

OBERHOLZER: NETEWEPERESTIYA LI TIRKIYEYÊ BANDORÊ LI SWÎSREYÊ DIKE?

Sûssane Leûtenegger Oberholzer da xuyakirin, ku di dema dawî de neteweperestiya li Tirkiyeyê zêde bûye û ev pirs pirsî:

Pêla neteweperestiyê ya li Tirkiyeyê ku di dema dawî de mezin bûye, bandorê li Tirkiyeyê dike?

Konseya Federal a Swîsreyê wê di rojên pêş de bersivê bide van pirsên 12 parlamenteran.