Qeymeqamê Tirk Serdar Karal ê li Qelqeliyê, di 11'ê Îlonê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li Şaredariya Qelqeliyê ya DBP'yî weke qeyûm hat erkdarkirin. Karal ku di nava 3 mehan de hema bêjin qet ji qeymeqamtiyê derneket, bi tedbîrên berfireh hate parastin.
Karal zehmetî dikişand ku daxwazên AKP'iyan bi rengekî qanûnî bi cih bîne. Piştî ku AKP'iyan giriyê wî li navenda giştî kirin, li şûna wî qeyûm hate bicihkirin. AKP'yî ji qeyûm dixwaze îhaleyên nû bide wan û ji wan karkeran bigire.
Wezareta Karên Hundir ev nerazîbûnên AKP'yiyan nirxand û biryarnameyekê, qeyûm li şûna qeyûm Sedar Karal erkdark ir. Karal jî weke Şêwirmendê Hiqûqî sirgûnî Walîtiya Artvînê hate kirin. Li şûna wî jî Qeymeqamê Ûlûcayê Ferhat Vardar weke qeyûm erkdar kir.