‘Bi yekitiya çalakiyê em dikarin bi ser bikevin’

Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu got, “Her kêliya ku ji destê me diçe weke komkujiyê, çewisandinê li me vedigere û wê vegere jî. Em li gorî pêdiviya vê rewşa siyasî bi yekbûna çalakiyê û yekbûna rê dikarin heq jê derkevin.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna Meclîsa Giştî li Bînahiya Rêxistina Stenbolê ya HDP’ê pêk anî. Di civînê de ku wê biryarên têkîldarî rêveberiyê jî bêne girtin, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Koçyîgît û Onûr Hamzaoglû û gelek endamên Meclîsa HDK’ê amade bûn.

Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû bi bîranîna lîderê Kubayê Fîdel Castro dest bi axaftina xwe kir. Hamzaoglû, di nav axaftina xwe de got; “Ti wextê me yê zêde nîn e. Her kêliya ku ji dest me diçe weke komkujiyê, çewisandinê li me vedigere û wê vegere jî. Di vê demê de divê em vê pirsê bikin, ‘em çawa dikarin bibin asteng ku mirov nekevin ser rêya eniyê’. Em li gorî pêdiviya vê rewşa siyasî bi yekbûna çalakiyê û yekbûna rê dikarin heq jê derkevin.Ev ne qeder an jî pêdiviyek e, em hemû vê bi hev re bi jiyanê dikarin li pey xwe bihêlin.”

MESAJA YUKSEKDAG

Di civînê de peyama Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî hate xwendin.

Di mesajê de wiha hate gotin: ‘’Pir girîng e ku kampanya li dijî Rewşa Awarte tê kirin û divê werin mezinkirin. Xebatên di vê hêlê de wê rejîma dîktayê bihejînin. Me qet bi paş ve gav navêt û em ê navêjin. Ez Meclîsa Giştî ya HDK’ê silav dikim û di dema nû de serketinê dixwazim.”

Civîn ji çapemeniyê re hate girtin û berdewam dike.