Li Osloyê pîrozbahiya salvegera damezirandina PKK’ê

Li Osloyê salvegera PKK’ê ji hêla CDK-Oslo û ciwanên Ungkurd ve hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan Kurdistanî amade bûn, pîrozbahî bi coşdariyeke mezin pêk hat.

Pîrozbahiya salvegera PKK’ê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Di pîrozbahiya de ku ji aliyê CDK-Oslo û ciwanên Ungkurd hatibû organizekirin, nêzî 400 Kurdistanî amade bûn.

Di  pîrozbahiyê de siyasetmedar û nivîskarê Kurd Celalettin Delîbaş axivî û  got: “ Dagirkeran Kurdistan di nav xwe de bi peymanên cuda di demên cuda de Kurdistan parçe kirin. Kurd qir kirin. Gelê Kurd serî netewand û çok danenî li ber dijminên barbar ên wekî Erdogan. Careke din gelê Kurd serî hilda û bi ruhê Egîd, Mazlûm, Kemal Pîr û Akîfan û herî dawî bi serkeftina ruhê Kobanê em gihandin îro.

Wê sala 39’an a  PKK’ê bibe cejna rizgariya Gelên Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn.”

Delîbaş bi berdewamî diyar kir ku bi saya berxwedan û keda mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine van rojan û pêwîst e ji bo azadiya Ocalan zêdetir çalakiyan bikin.

Di berdewamiya pîrozbahiyê da sînevizyona bi axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Pastayek mezin ku ji aliyê malbatek welatparêz ve hatibû amadekirin, bi destê malbatên şehîdan û jinan hate birîn û piştre li gel belav kirin.

Her wiha hunermend Cewad Merwanî, Nûarîn, Rojan û Nebez derketin ser dikê û gel bi stran û muzik coşandin.

...