ROJANE
Rêber Apo: “Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha xwişk-biratiyê heye. Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye. Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan pir cuda ne, tişta xera bûyî jî têkiliya xwişk-biratiyê ye.”
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo dîtina Rêber Apo ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.
Mûstafa Karasû, diyar kir ku ti carî Kaytan tevî ku bêhtir hilberîn dikir jî helwestek ku dixwaze ‘li pêş be’ raber nekiriye û got ku fikrên xwe weke fikreke hevpar a hevrêyên xwe nîşan da.
Li Dersimê beriya meşa ku ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatî kirin, dorpêça li ser Qada Seyîd Riza di encama berxwedanê de hate rakirin û bi hezaran kes ber bi qadê ve meşiyan.
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bang kir ku ji bo aştiyê divê daxwaz bên pêşwazîkirin.
Hemû Nûçe
-
Encamnameya civîna HDK-E’yê
Di encamnameya civîna HDK-E’yê de bang hate kirin ku têkoşîna dijî faşîzmê were geşkirin û yekîtî were avakirin.
-
-
-
Nûrettîn Bedîz li Swêdê jiyana xwe ji dest da
Nûrettîn Bedîz, ku demeke dirêj li komeleya Kurd a li Stockholmê bi rengekî çalak dixebitî û bi dilnizmî û fedakariya xwe dihate naskirin, ji ber krîza dil şeva Yekşemê jiyana xwe ji dest da.
-
Faşîstên Erdogan Quran parçe parçe kirin!
Netewperestên Tirk, şeva cejna qurbanê ketin Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî ya li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê û di vê êrîşa xwe de bi taybetî gelek Quranê li mizgeftê parçe parçe kirin.
-
-
Karayilan: Bersiv bi vî rengî tê dayin!
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Bi çalakiya Amedê re gerîla bersiveke mezin da. 120 polîsên Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû li wir hatin kuştin. Bersiv bi vî rengî tê dayin."
-
Rojeva Rojê
04'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş...
-
Togûç: Ew kesên gotin wê biqede, bixwe qediyan
Wekîlê DEP'ê Mehmet Sîncar berî 24 salan li Êlihê di êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin, li cihê ku hat qetilkirin hat bibîranîn. Nîzamettîn Togûç di merasîmê de diyar kir ku ew kesên gotin wê biqede, bixwe qediyan.
-
-
-
-
Li Tirkiye krîza 'dîlgirtina biyaniyan'
Li Tirkiyeyê, piştî ragihandina Rewşa Awarte ji rojnamevanan heta parazvanên mafên mirovan gelek kesên biyanî li Tirkiye hatin girtin. Ji ber welatiyên biyanî li Tirkiye hatin girtin, di navbera Tirkiye û welatên biyanî de qeyrana dîplomasiyê zêde dibe.
-
Hûn jî pirtûkekê ji bo dîlên azadiyê bişînin
Weşanxaneya Aramê ji bo di warê pirtûkan de piştgiriyê bide dîlên azadiyê kampanya da destpêkirin. Fatma Arslan bang li gel kir ku tevlî kampanyayê bibe û got: "Divê kesên li derve bi rêya pirtûkan têkiliyê bi girtiyan re deynin."
-
-
-
72 saet bû 40 sal
Piştî çalakiyên 15'ê Tebaxa 1984'an, di destpêkê de gotin ku gerîlayên Kurd wê di nava 48 saetan de bên qedandin, dûre gotin 72 saet. Bi gotina, "Em dest bi operasyona Guneş dikin" dest bi êrîşê kirin. 40 sal di ser re derbas bûn. Ew bi xwe tine bûn.
-
Rojeva Rojê
03'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş...
-
Li Marsîlyayê bibîranîna şehîdan
Li Fransayê li Marsîlyayê ji bo Hesen Şirnex (Huseyîn Kuluman) û Elî Çîçek ên ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
-
-
Welatiyên birîndar birin qereqolê!
Malbatên welatiyên bi navê Mûsa Tarhan û Îbrahîm Sak ên di êrîşa Heronan de birîndar bûn, diyar kirin ku zarokên wan di saetên şevê de birine qereqolê.
-
-
-
Rêziknameya KODAR'ê bû pirtûk
Rêziknameya KODAR'ê, ku di civîna duyemîn de hate amadekirin, bi zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî û bi zimanê Farsî bû pirtûk.
-