Qeyûm qedexe kir ku êvarê sela bê xwendin
Qeyûmê rejîma AKP'ê yê li navçeya Qelqelî ya Wanê dest daniye ser şaredariyê, qedexe kir ku danê êvarê ji bo miriyan sela bê xwendin.
Qeyûmê rejîma AKP'ê yê li navçeya Qelqelî ya Wanê dest daniye ser şaredariyê, qedexe kir ku danê êvarê ji bo miriyan sela bê xwendin.
Qeyûm Ferhat Vardar, ku piştî li Qelqeliyê û qeyûm mîna sedê Çînê dîwar û bend li dora xaniyê xwe lê kir, qedexe kir ku ji mizgeftên nêzî mala wî danê êvarê sela bê xwendin.
Qeyûmê Tirk, ku kolana edliye û qeymeqamtî lê ne bi temamî li trafîkê girt, ji bo esnafên ku li ber vê rabûn got, "Vê yekê li rojên we derabeyên dikanên xwe daxistin bihesibînin."
Li gorî dînê Îslamê, miriyek bêyî xwendina selayê nabe bê veşartin. Bi vê qedexeya li ser xwendina selayê re, kesek danê êvarê jiyana xwe ji dest bide, wê ji neçarî heta danê sibehê saet 07:00 cenazeyê wî li naverastê bê hiştin û danê sibehê bê veşartin.
Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ê DBP'yî Cahît Bozbay li ser mijarê got, ev yek ne tiştekî aqilane ye.
Bozbay diyar kir, AKP karên dînî ne li gorî Quranê, lê li gorî polîtîkayên desthilatdariya xwe dike û got, "Amîrê îdareya mulkî ya li Qelqeliyê biryareke bi vî rengî standiye. Yê mexdûr dibe, gel e. Sela neyê xwendin, nabe ku mirî bê veşartin. Di nava civaka me de, nabe ku mirî li erdê bê hiştin û bi derengî were veşartin. Biryarên bi vî rengî yên li irf û adetên civakê nayên, rê li ber pirsgirêkan vedikin."