Li Marsîlyayê bibîranîna şehîdan

Li Fransayê li Marsîlyayê ji bo Hesen Şirnex (Huseyîn Kuluman) û Elî Çîçek ên ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Çalakiya bibîranînê di şexsê Elî Çîçek û Hesen Şirnex de bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.

Di bibîranînê Ciwanên Azad êrîşa kontrayî ya li dijî Elî Çîçek û Hesen Şirnex şermezar kirin. Di peyamê de hate diyarkirin ku, “Bi êrîşeke xayînî du rêhevalên me gihiştine şehadetê. Wê ev êrîş bêbersiv nemîne. Rêheval Elî Çîçek ji bo ciwanên Ewrûpayê yên Kurd mîrateke xurt hiştiye. Rêhevalên me her dem moral û coşeke mezin daye me. Elî Çîçek û Hesen Şirnex ji îro û şûnde sonda me ya serfirazî û tolhildanê ye.”

Çalakiya bibîranînê bi sloganên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.