‘Her pêngava Kurdan ya li Rojava ji bo Erdogan dibe tehdîd’

Edîtorê Demokratîk Modernîteyê Servet Oner diyar kir ku Tirkiyeyê li qada navneteweyî  zemîna dixwest nedîtiye û serî li siyaseta ‘parçe bike, ji hev bike, bi rê ve bibe’  dubare kiriye.

Edîtorê Demokratîk Modernîteyê Servet Oner diyar kir ku Tirkiyeyê li qada navneteweyî  zemîna dixwest nedîtiye û serî li siyaseta ‘parçe bike, ji hev bike, bi rê ve bibe’  dubare kiriye û wiha pê de çû: “Li welatê xwe li dijî Kurdan şer dike, naxwaze Kurd azad bibe û li ser vê desthilatdariya xwe dimeşîne. Li Rojava her pêngava Kurdan ji bo Erdogan dibe tehdîd. Lê divê ev bê zanîn ku polîtîkaya Rojhilata Navîn bi hewldanên Erdogan teşe nagire.”

Edîtorê  Kovara Demokratîk Modernîteyê planên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê û Rojava nirxand.

Servet diyar kir ku li Rojhilata Navîn li dijî modernîteya kapîtalîst avakirina modernîteya demokratîk gelekî girîng e û Kurd li Rojhilata Navîn di nokteya girîng de ne. Servet bi lêv kir ku di dîrokê de Kurd ti car serdest nebûne û wiha pê de çû: “ Ev sekneke girîng e. Têkoşîna ku Kurd li rojhilata Navîn dimeşînin, azadiya her kesî diparêze û têkoşîna wan dijî desthilatdariyê ye.”

‘SEDSALA 21’Ê SERDEMA KURDAN E’

Servet di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku têkoşîna ku Kurd didin, di aliyê Kurdan de tê wateya avakiribûna yekîtiya Kurdan û ev tişt anî ziman: “ Modela jiyana azad a ku Kurd dixwazin ava bikin li Rojava ava bûye. Ji ber vê jî dewletên li her sê parçeyan krîza azadbûna Kurdan dijîn.  Ji ber ku Yekîtiya Kurdan di heman demê de nasnameya azad e.  Ev jî tê vê wateya ku li cihê ku Kurd lê hene, têkoşîn jî heye. Divê ev bê zanîn ku ti kes wê Kurdan ji azadiya wan nekaribe bike. Dikarin bi pevçûn, qirkirinan û înkarê taloq bikin lê dem dema Kurdan e.” 

‘KURD LI KOBANÊ JÎ TENÊ BÛN’

Servet bal kişand ser gotinên Serokkomar yên der barê Efrînê û wiha berdewam kir: “Dibe ku Erdogan çavsor bibe. Dixwaze azadiya Kurdan dereng bixe û desthilatdariya xwe bimeşîne.  Ji ber vê jî wê bixwaze êrîşî Efrîn an jî kantonên din ên Rojava bike.  Lê divê vê bizanin polîtîkaya Rojhilata Navîn bi destê çavsoriya Erdogan teşe nabe.  Li Rojava xeteke berxwedanê ya ciddî heye. Li Kobanê hêz û tifaqên  cuda hene. Kurd li Kobanê jî tenê bûn. Lê niha bi bawerî û gelên din re tifaq hatiye avakirin.

Her pêngava Kurdên Rojava ji bo Erdogan dibe tehdîd. Tirkiye ji berê de ye bi polîtîkayên şaş li Sûriyeyê ye. Niha jî heman siyaseta parçekirinê dubare dike.”