Wekîlê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP'a Êlihê Metîn Ozdemîr di sala 1993'yan de li Êlihê di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabûn, bi beşdariya gelek kesan li kuçeya Elma ya taxa Çarşiyê merasîma bîranînê pêk hat. Di merasîma bîranînê de wekîla HDP'ê Sedat Becerîklî, hevrêyê Mehmet Sîncar û wekîlê DEP'ê yê berê Nîzametîn Togûç ku di êrîşê de birîndar bûbû, Dayikên Aştiyê û gelek kesan cih girt. Di bîranînê de wêneyên Sîncar û Ozdemîr hatin rakirin.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'a Êlihê Îkram Îrgî axaftinek kir û aşkera kir ku di salên 90'î de çeteyan gelek êrîş pêk anîne gelek bûyerên kiryarên wan ne diyar qewimî ne. Îrgîn diyar kir ku di wan salan de li dijî DEP û gelê Kurd tundiyeke zêde hebûye û ev tundî hêj dewam dike.
‘YÊN GOTIN wê BIQEDE, EW ÇÛN'
Hevrêyê Sîncar Nîzamettîn Togûç jî wê demê wekîl bû û di heman êrîşê de birîndar bibû. Togûç destnîşan kir ku Sîncar û hevrêyên wî bi destê dewletê hatine qetilkirin û ev tişt got: "Hişmendiya di salên 90'î de digot ku wê gelê Kurd biqede, hêj dewam dike. Wê demê jî rayedarên dewletê ji min pirsîn û gotin ku 'Ev kî kiriye?' Min wê demê jî gotibû kujer dewlet e. Wê demê Tansu Çîller, Mehmet Agar û kesên bi wan re, digotin 'an wê biqede an wê biqede'. Niha hişmendiyeke wekî wan jî rabûye û dibêje an wê biqede, an wê biqede. Kesên ev gotin gotin ew bixwe qediyan. Lê Kurd û têkoşîna wan dewam dike."
‘HETA GELÊ KURD BIGIHÊJE AZADIYA XWE...'
Togûç hesreta xwe ya ji bo hevrêyê xwe jî bi van gotinan anî ziman: "Merheba hevrê Mehmet, me gelekî bîrya te kiriye. Tu qet meraq neke. wê gelê Kurd heta azadiyê têbikoşe. Hûn bi hevrêyên xwe re rihet razên. Ew ala ku we rakir, em ê destûrê nedin ku bikeve erdê."