Polîsan dîsa êrîşê berxwedana li Kolana Yukselê kir

Berxwedana kedkarên "Em karê xwe dixwazin" 300 roj e li Kolana Yukselê dewam dike. Polîsan êrîşê çalakgeran kir, çalakgeran bi dirûşmeya "Nûriye û Semîh Vîna ne ne" berz kirin.

Çalakiya kedkarên ji kar hatin avêtin berdewam dike. Kedkarên ku bi mehan e çalakiya "Em karê xwe dixwazin" pêk tînin, 300 roj li dû xwe hişt. Çalakvanên ku xwestin derbasî Birdariya Mafê Mirovan bibin, polîsan bi mertalan pêşî li çalakgeran girt, çalakvan li Kuçeya Konurê li hev civiyan. Polîsan pêşî li welatiyan girt û nehiştin ew derbas bibin. Çalakvanan xwest li vir daxuyaniyê bidin û balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 180 roj e didome, pankarta "Nazîfe Onay bila bê berdan" hat vekirin.

Çalakvanên xwestin daxuyaniyê bidin, polîs astengî derxist û pankarta wan çirand.