Baroya Amedê çû ser gora Elçî
Baroya Amedê bi wesîleya cejnê çûn serdana gora Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li Sûrê hatibû qetilkirin.
Baroya Amedê bi wesîleya cejnê çûn serdana gora Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li Sûrê hatibû qetilkirin.
Baroya Amedê çû ser gora Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li Sûrê hatibû kuştin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, TÎHV, Odeya Tabiban a Amedê û gelek parêzer di serdanê de amade bûn.
Kesên ku di nava serdanê de cih girtin qurnefîlên sor danîn li ser gora Elçî. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku wan ji bo kujerên Elçî were dîtin hemû tişt kirine û ew dixwazin cinayeta Elçî yê ku hemû jiyana xwe ji bo ronîkirina faîlên nediyar derxîne holê kar dikir, di taritiyê de neyê hiştin. Ozmen bang li berpirsan kir ku faîlan derxînin holê û carek din daxwaza ronîkirina bûyerê kir.
Racî Bîlîcî jî diyar kir ku Elçî ji bo binpêkirinên mafên mirovan têkoşiyaye û piştî qetilkirina wî binpêkirinên mafên mirovan qat bi qat zêde bûne