Komxebata Rojhilat wê li Stockholmê bê lidarxistin
Komxebata Rojhilatê Kurdistanê, ku yek ji komxebatên KNK'ê yên ji bo Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e, wê 16-17'ê Îlonê li Stockholmê were lidarxistin.
Komxebata Rojhilatê Kurdistanê, ku yek ji komxebatên KNK'ê yên ji bo Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e, wê 16-17'ê Îlonê li Stockholmê were lidarxistin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di çarçoveya biryara xwe ya li şêwira neteweyî de ku li Silêmanî pêk anî, dest bi karê komxebatên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dike.
Ev komxebatên navborî, wê di çarçoveya "Pêşnûme Belgeya Pîvanan û Prensîbên Karê Yekîtiya Neteweyî" de bên lidarxistin, ku ji 21 xalan pêk tê.
Komxebata destpêkê, wê bi beşdariya sazî û kesayetên ji Rojhilatê Kurdistanê, 16-17'ê Îlonê wê li paytexta Swêd Stockholmê bê lidarxistin. Bi giştî 25 partî, sazî û rêxistin û 200 kesayet hatine vexwendin.
Di komxebatê de wê pirsgirêkên navbera partiyên li Rojhilatê Kurdistanê û pêşniyarên ji bo çareseriyê bên nirxandin.
Piştî vê komxebata li ser Rojava, wê li parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê jî komxebat bên lidarxistin. Tê payin, di çarçoveya encamên van komxebatan de wê li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya partî û saziyên Kurd ên li hemû parçeyan Kongreya Neteweyî bê lidarxistin.
VEXWENDÎNAME HATIN ŞANDIN
Konseya Rêveber a KNK'ê, ji bo komxebata li ser Rojhilatê Kurdistanê vexwendîname ji partî, sazî û kesayetên rojhilat re şand.
Di vexwendînameya KNK'ê de wiha hate gotin: "Di komxebata 15-16'ê Tîrmehê de ku li Silêmanî pêk hat, biryar hate girtin ku ji bo yekîtiya neteweyî gavên girîng werin avêtin. Li gorî vê biryarê, ji bo amadekariya Kongreya Neteweyî ya dawiya salê bê lidarxistin, divê li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê komxebat werin organîzekirin. Yek ji van jî komxebata Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi vê armancê, em bang li partî, sazî, kesayet û rewşenbîrên ji Rojhilatê Kurdistanê dikin, ku ji bo nirxandina pirsgirêkên li vî parçeyî, li hev bicivin."