Pirtûka Arzû Demîr a li ser şehîdên Pirsûsê hate weşandin
Rojnamevan Arzû Demîr, bi pirtûka xwe ya bi navê "Ji zimanê yên mayî: Çûyîna Kobanê" qala sedema rêwîtiya 33 şoreşgeran a ber bi Kobanê dike, ku li Pirsûsê hatibûn kuştin.
Rojnamevan Arzû Demîr, bi pirtûka xwe ya bi navê "Ji zimanê yên mayî: Çûyîna Kobanê" qala sedema rêwîtiya 33 şoreşgeran a ber bi Kobanê dike, ku li Pirsûsê hatibûn kuştin.
Pirtûka rojnamevan Arzû Demîr a bi navê "Suruç'ta kalanların dilinden: Kobane'ye gitmek" (Ji zimanê yên li Pirsûsê sax man: Çûyîna Kobanê) hate weşandin.
Pirtûk ji aliyê Weşanên Ceylan ve beriya demeke kin hate weşandin.
Rojnamevan Demîr di pirtûka we de qala çîroka 33 şoreşgeran dike, ku bi banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, beriya du salan ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê berê xwe dan Kobanê, lê li Pirsûsê hatin kuştin.
Rojnamevan Arzû Demîr di pirtûkê de pirsa "Eger karîbûna derbasî Kobanê bibûna, wê vegeriyan ya na?" li şahidan dike. Bersiva ji vê pirsê jî bi vî rengî destnîşan dike: Dema vegeriyan wê ti ji wan mîna berê nebûna. Ev ciwanên tevlî berxwedana Gezî bûn, vê carê wê şoreş bi xwe dîtibûna û bi hişmendî û hestê dîtina şoreşê vegeriyan.
Rojnamevan Arzû Demîr, ku beriya niha nûçegihanî ji ETHA û ANF'ê re kir, ji ber pirtûkên xwe yên bi navê "Dağın Kadın Hali" û "Devrimin Rojava Hali" yên li ser gerîlayên jin û şoreşa Rojava, 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.