Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Dûran Kalkan, Mûrat Karayilan, Zozan Çewlik, Bahoz Erdal, Kasim Engîn, polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk a ji darbeya 12'ê Îlonê heta roja îro nirxandin.
Ji roja avabûna PKK'ê û pê ve, dewleta Tirk her şêweyên rêbaza şerê taybet bi kar anî. Bi hezaran caran got ku PKK qediya ye, yan jî wê bê qedandin. Ji PKK'ê re gotin, "sê-çar talanker" û ji bo tinekirina wê 72 saet destnîşan kir. Têkoşîna PKK'ê ya bi dehan hezar milîtanên xwe, di nava 40 salan de li Rojhilata Navîn veguherî hêza herî bi bandor.
Piştî ku koma gerîla ya bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) 15'ê Tebaxa 1984'an avêt ser Dihê, di serî de Kenan Evren, rayedarên rejîma şerê taybet a Tirk gotin, "Ev sê-çar talanker in, em ê di nava 72 saetan de wan biqedînin." Dewleta Tirk heman polîtîkaya xwe ya şerê taybet, ji sala 1984'an û vir ve bi rêya medyayê didomîne. Hê jî îdîa dike ku bi hezaran carî kadroyên pêşeng ên PKK'ê hatine kuştin û PKK wê di nava çend mehan de biqede.
Ji salên 80'î heta roja îro, ji Kenan Evren heta Suleyman Demîrel, ji Tansû Çîller heta Mesût Yilmaz, ji Necmettîn Erbakan heta Bulent Ecevît, ji Ahmet Davûtoglû heta Tayyîp Erdogan, ti siyasetmedar, leşker û rayedarên dewletê neman ku negotine 'Em ê PKK'ê biqedînin'.
DEWLETA TIRK LI GORÎ ŞERÊ TAYBET HATE BIRÊXISTINKIRIN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, dewleta Tirk xwe sipartiye rejîma şerê taybet û bi vî rengî ava bûye.
Bayik destnîşan kir, ku netewe dewlet ji aliyê cewherî ve dewletên şerê taybet in û got, "Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, rejîma şerê taybet a Tirk hejandiye û pirsgirêkên giran daniye pêşiya wê. Dewleta Tirk ku hemû rêbazên şerê taybet bi cih tîne, li pêşberî têkoşîna azadiyê ya Kurd encam bi dest nexistiye, bi ser neketiye. Ji bo vê têkçûna xwe ji holê rake, hewl daye sosyalîst û Misilmanan têxe nava sîstemê, Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd bi tenê bihêle, bi hemû hêza xwe li dijî wan şer bike û Kurdan qir bike."
NATO TIRKIYE LI GORÎ ÎSLAMA SIYASÎ AMADE KIR
Bayik anî ziman, NATO'yê li ser vê bingehê stratejiya Îslama siyasî xiste meriyetê û diyar kir, dewleta Tirk jî sûd ji vê stratejiya NATO'yê girtiye û li gorî vê sîstemê xwestiye Kurdan qir bike.
Bayik got, "NATO'yê xwest Tirkiyeyê li gorî Îslama siyasî amade bike. Hêzên serdest, hêzên mêtinger, hêzên qirker ên li Tirkiyeyê, ev stratejiya NATO'yê ji xwe re weke firsendek dîtin û yekser Misilman xistine nava sîstemê. Darbeya faşîst a Kenan Evren li ser vê bingehê pêk hat. Bi Kenan Evren re Îslama siyasî cihê xwe di nava sîstemê de girtiye û ji aliyê sîstemê ve hatiye xurtkirin. Tirkiye û qereqola pêş a NATO'yê ye, li ser vê bingehê xwe li gorî stratejiya Îslama siyasî bi rêk û pêk kiriye. Kenan Evren li gorî vê stratejiyê darbeya 12'ê Îlonê kir. Di destpêkê de Tûrgût Ozal, piştre jî Erdogan weke encamên vê darbeyê li Tirkiyeyê bûn desthilatdar. Desthilatdariyên ku dewama Evren in; desthilatdarên ku dixwazin yên nekarî bi ser bixînin, pêk bînin."
BANGA 'ŞERÊ TAYBET JI ME HÎN BIBE' YA LI DYA
Bayik destnîşan kir, ku Kenan Evren Tirkiye veguherandiye girtîgeheke servekirî û wiha dewam kir: "Kenan Evren ne tenê li dijî Kurdan her wiha li hemberî hêzên çep û demokrasiyê jî têkoşiya ye. Ji bo desteka hin hêzan bigire, bi taybetî ji bo gelê Kurd bi tenê bihêle û di têkoşîna dijî gelê Kurd û sosyalîstên Tirkiyeyê de piştgiriyê bibîne, li Swêdê Olof Palme kuştiye. Wekî din li Romayê sûîqesta li Papa kiriye. Piştî van hemûyan Evren bi xwe bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) kir û got, 'Divê Amerîka sûdê ji şerê me, ji tecrûbeyên me bigire'. Gotiye, 'Eger wê şerê taybet bimeşîne, divê ji me hîn bibe'.
Wê wextê, Necmettîn Erbakan ê li Ewropayê bû ji aliyê generalên darbekar ve anîn Tirkiyeyê. Îslama siyasî vê demê hate birêxistinkirin. Hejmara dibistanên Îmam Hatîp bi çend qatan zêde kirin, têkiliyên bi Erebîstana Siûdî hatin xurtkirin, desteka madî ji Siûdiyan girtin û li Tirkiyeyê derdoreke sermayeyê hate avakirin. Bi kurtasî, Îslama siyasî vê wextê ji aliyê Kenan Evren ve hate birêxistinkirin.
Zindana Amedê, bi rengekî ku bibe gor ji Kurdan re, ji PKK'ê re hate amadekirin. Li wê derê êşkenceyeke giran hate kirin. Bi wezîfedarkirinên taybet re ev êşkence hatin kirin. Esat Oktay Yildiran ji Qibrisê anîn û li vê zindanê hate wezîfedarkirin. Bi fermana Kenan Evren ev polîtîkaya zindanê hate meşandin. Bi êşkenceyê xwestin PKK'ê û gelê Kurd bixin ava gorê. Li hemberî vê yekê, bi pêşengiya Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr berxwedaneke mezin hate nîşandan. Vê berxwedanê quleke mezin di nava rejîma faşîst de vekir.
BELAVOKÊN BI AYETAN
Piştre pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê ev qul firehtir kir. Dîktatoriya faşîst a Kenan Evren, nekarî armancên danî pêşiya xwe bi cih bîne.
Di vê demê de xwestin hestên olî yên gelê Kurd îstîsmar bikin. Kenan Evren bi rêya helîkopteran ayet belav kir. Li gelek cihan propaganda olî kir. Bi vî rengî xwest, hestên dînî yên gelê Kurd ji bo armancên xwe yên qirkirinê bi kar bîne. Li dijît evgera me antî propaganda kir. Îdîa kir ku PKK dijminê dîn e, Ermenî ye, xizmetê ji hinekan re dike. Li Kurdistanê dest bi afirandina rêxistinên olî kir û b rêya van rêxistinbûnan xwest têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike. Tevî van hemû hewldanan nekarî bi ser bikeve.
SERDEMA TÛRGÛT OZAL
Ji ber ku nekarî bi ser bikevin, desthilatdariya Tûrgût Ozal kete rojevê. Tûrgût Ozal bawer kir, ku bi xurtkirina erê taybet ê li dijî gelê Kurd û tevgera me, dikare encamê bi dest bixe. Dema ku pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê dest pê kir, biçûk dît û got, 'Çend talanker in, em ê di nava bîst û çar saetan de wan biqedînin'. Dema ku nekarî di nava 24 saetan de biqedîne, vê carê got, di nava 48 saetan de. Her ku nekarî biqedînin, ev dem dirêj kir û got, wê ji binî ve bê rakirin.
Lê belê piştî ku dît berxwedan roj bi roj mezin dibe, asta şerê taybet bilindtir kir. Walîtiya taybet, baskê taybet ê artêşê, rewşa awarte, cerdevanî, valakirina gundan, girtina bi komî û JÎTEM xistin dewrê. Bi rêya JÎTEM'ê gelek welatparêz kuştin, hewl dan çavê civakê bitirsînin. Bawer kirin ku bi vî rngî dikarin encamê bigirin. Tûrgût Ozal şerê taybet derxist asta herî bilind, lê nekarî encamê bigire.
Dema ku ev bi ser nexist, Ozal hin kes û sazî xiste dewrê û daxwaza agirbestê ji tevgera me kir. Wê wextê têkildarî Rêber Apo tiştên gelekî nebaş dihatin gotin. Lê belê Ozal neçar ma bêje, 'Ocalan tiştên gelekî nebaş nekir, tiştên baş kir'. Ev yek weke peyamekê bi rêya navbeynkaran gihand Rêber Apo. Tûrgût Ozal xwest şerê taybet di asta herî bilind de bimeşÎne û encamê bigire. Lê Dema encam negirt, xwest bi Kurdan re pirsgirêkê bi rêbazekê çareser bike. Ji bo vê agirbest xwest. Ji ber ku dît, ev pirsgirêk bi şerê taybet, qirkirinê çareser nabe. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye bi pêş nakeve, wê timî xeterî li pêşiya Tirkiyeyê hebin."
ŞERÊ 1992'AN
Bayik ragihand, şerê 1992'an şerekî ji aliyê şerê taybet ve hatiye derxistin û got, "Têkiliya vê bi NATO'yê heye. Ji ber ku tevger hem li çiyê, hem li bajaran, hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê leşkerî ve bi pêş diket. Êdî bandor li parçeyên din jî dikir. Diviyabû pêşî li vê bihata girtin. Bi şerê 92'an re xwestin pêşî li têkoşîna PKK'ê were girtin. Bi taybetî xwestin pêşketina li Başûrê Kurdistanê bê astengkirin." Bayik destnîşan kir, ku di vî şerî de hin zerar li PKK'ê bû, lê belê nekarîn PKK'ê tasfiye bikin û berevajî armancên wan PKK her bi pêş ket.
TIFAQA REJÎMA DARBEYÊ: ERDOGAN Û BAHÇELÎ
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn, desthilatdarên piştre hatin, hemû dewama Kenan Evren û Tûrgût Ozal in û got, "Bi taybetî desthlatdariya Erdogan dixwaze, tişta ku Kenan Evren nîvco hişt û Tûrgût Ozal xwest bi ser bixîne, lê nekarî, pêk bîne. Tifaqa faşîst a Erdogan Bahçelî dixwaze tişta Evren nîvco hiştiye pêk bîne. Armanc ev e. Ji bo vê jî dixwazin hemû derfetan bi kar bînin û Kurdan qir bikin. Ji ber vê yekê êrîşî PKK'ê dikin. Jİ ber ku heta ku PKK'ê tasfiye nekin, ne pêkan e ku Kurdan qir bikin. Bi gotina 'em ê wan ji binî ve tine bikin', 'Wê êdî kesek navê Apo, navê PKK'ê bilêv neke', 'wê tiştekî bi navê pirsgirêka Kurd nemîne, em ê di demeke kin de biqedînin' hewl didin civakê û hêzên navneteweyî bi vî şerê taybet û psîkolojîk bidin bawerkirin."
DOGAN GUREŞ SÊ DARBE KIR
Rejîma şerê taybet a Tirk, polîtîkaya 'em ê biqedînin' di salên 1990'î de bi xurtî dewam kir. Gotina ku ji manşetên rojnameyan û ji nûçeyên televîzyonan kêm nedibû, gotina 'em ê biqedînin' bû.
Rejîma şerê taybet a Tirk di salên 1990'î de polîtîkayeke çawa meşand? Şerê taybet ji kîjan navendan hate birêvebirin? Dewlet di vê konseptê de bi ser ket?
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûra Kalkan bersiv da van pirsan. Kalkan diyar kir, darbeya herî mezin a li Tirkiyeyê di sala 1990'î de hate kirin û got, "Pîvanek heye. Dibêjin; serê deh salan guhertineke giştî çêdibe. Li cîhanê jî mîna ku rewş bi vî rengî bû. Di salên 60'î, 70'î, 80'î de darbe hatin kirin. Ya rast di sala 1990'î de jî darbeyek hate kirin. Tevî ku naşibe darbeyên din jî, darbeya herî mezin di sala 1990'î de hate kirin. Kesê li pişt vê darbeyê bû Dogan Gureş bû. Û du caran kir. Carekê li nava artêşê kir. Serokê Fermandariya Giştî yê beriya xwe neçarî îstifayê kir. Piştre bi zext û zora çekê, bi Tûrgût Ozal da îmzekirin ku ew bûye serokê fermandariya giştî. Fermandariya giştî xist destê xwe. Ev darbeyek bû. Darbeya duyemîn jî di bîranînên xwe de ew qalê dike. Dibêje, "Em diçûn civînan û dihatin, me didîtin ku hemû siyasî bêçare ne, tiştekî nakin. Beriya civînekê me bang li generalan kir. Min got, 'Ev kar bi vî rengî nameşe. Ez ê dest deynim ser rewşê, piştgiriyê bidin min'. Wan jî gotin 'erê'. Me reaksiyona bê kirin, texmîn nedikir. Min dest bi axaftinê kir û bersiv da pirsa 'Divê çawa êrîş li PKK'ê were kirin'. Min qala konsepta şerê topyekûn kir. Li bendê bûm ku nerazîbûn li hemberî min were nîşandan, lê piştî ku axaftina min qediya, hemûyan ji bo min li çepikan dan'. Piştî ku li Desteya Ewlekariya Milî ji bo vê helwestê li çepikan hate xistin, vê carê darbe li siyasetê hate kirin. Bandora rêveberiyê ji dest hate girtin.
Ya rast darbeya sêyemîn jî kir. Bi mirina Ozal re pêşî li Demîrel, Çîller û Mehmet Agar hate vekirin. Ekîb piştre temam bû. Otopsî hate kirin û derket holê ku Ozal bi jehrê hatiye kuştin. Ev yek ji civakê veşartin."
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TOPYEKÛN
Kalkan anî ziman, ku di vê demê de berpiryariya siyasî ya darbeyê dan Tansû Çîller û got, "Bi gotina 'serokwezîra me ya jin heye' pesnê xwe dan. Vê ekîbê konsepta şerê taybet a qirkirinê li Kurdistanê xistin meriyetê. Dogan Gureş çawa bû serokê fermandariya giştî, bernameya vê yekê amade kir. Û bi serokwezîrê wê demê da îmzekirin. Piştre hilbijartina 91'ê pêk hat. Mesût Ylimaz serokwezîr bû. Ji tirsa îmze kir. Lê belê piştî ku dît nikare ji binê vê rabe, bi hilbijartinê çû, winda kir û xwe xilas kir. Vê carê Demîrel bû serokwezîr."
Kalkan diyar kir, ku plana şerê taybet a bi Mesût Yilmaz dan îmzekirin, bi Demîrel xistin meriyetê û vê yekê ji sala 1990'î heta 1995'an li Kurdistanê bir egnekî hovane dewam kir. Kalkan anî ziman, ku JÎTEM û Hîzbulkontra li Kurdistanê weke hêza komkujiyê hatin bikaranîn, mirov hatin revandin, kuştin û got, "Tê gotin ku 17 hezar kes wê wextê bi rengekî 'kiryar nediyar' hatine kuştin. 3,5 mîlyon Kurd ji Kurdistanê koç kirine. Ev di belgeyên MÎT'ê de dinivîsînin. Yanî qirkirin, koçberkirin, komkujî li ser civakê ferz kirin. Tansû Çîller digot, 'lîste di bêrîka min de hene, ez her titşî bikim'. Di şexsê Vedat Aydin de hemû mirovên wê wextê şehîd hatin xistin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim."
EW BI XWE QEDIYAN
Kalkan wiha dewam kir: "Li gel van pêkanînan çi bû? Gelê Kurd li ber xwe da û Kurdistan neterikand. Ciwanan berê xwe dan çiyê, bûn gerîla û li ber xwe dan. Jin rabûn serhildanê, têkoşîna berxwedana neteweyî meşandin. Mirovan bi lehengî li ber xwe dan. Şiyara Tansû Çîller û Dogan Gureş 'ya wê biqedin, ya wê biqedin' bû. Herduyan ev digotin. Lê belê kî qediya? Ew bi xwe qediyan. Gelê Kurd li ser piyan e. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê veguherî hêzeke mezin û îro têkoşîna xwe didomîne. Ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bû hêvî."
Dûran Kalkan di dawiya axaftina xwe de got, "Niha jî hin kes rabûne hewl didin mîna Dogan Gureş tevbigerin. Hewl didin ekîbeke nû ya çete ava bikin. Qaşo dibêjin 'em ê tine bikin, em ê vê bikin, em ê wê bikin'. Ev 40 sal in vê dibêjin. Piştî çalakiya 15'ê Tebaxa 1984'an di destpêkê de gotin ku gerîlayên Kurd wê di nava 48 saetan de bên qedandin, dûre gotin 72 saet. Bi gotina, 'Em dest bi operasyona Guneş dikin' dest bi êrîşê kirin. 33 sal di ser re derbas bûn. Ew bi xwe tine bûn. Lê belê gerîlayên Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê belav bûn. Li dijî faşîzma serdema heyî veguherîn hêviya mirovahiya azad."
Wê bidome...